Li Balatê dukanek biçûk ya tije bîranîn 2018-12-16 09:09:37   Safiye Alagaş   STENBOL- Aylîn Serînpinar ya li dijî alavên kevn bi mereqe li Balatê li kolanekê dukanek bi navê ‘Sandik kurdu’ vekir. Ev dukan ji aliyê welatiyên ji kolanê derbas dibin eleqeyek mezin dibîne û di dukanê de gelek bîranîn jî hene.   Aylîn Serînpinar ya li Stenbolê hatiye dinê û mezin bûye di 1982’an wek karmend li PTT’ê dest bi kar dike û piştî teqawîtbûnê vê dukanê vedike. Aylîn wiha dibêje: “ Ez karmend bûm. Piştî teqawît bûm min xwest ez tiştekî bikim. Ji gelek kar ceribandin. Min xwest ez bazarvaniyê jî bikim. Lê ew hinek karê ekîbê ye. Min alavên kevn hez dikir. Min objeyên biçûk kom dikir.”   ‘Ez bûm xwedî dukan’   Aylînê destnîşan kir ku 5 sal berê tevlî mezatan bûye û wiha pê de çû: “Min ji mezatan alav digirt. Min li taxa xwe dukanek girt. Min bi saya înternetê alav firotin.Hinek alav hebûn divê bihata tamîrkirin, paqijkirin. Piştî ez dukanê digirim ez diçim mezatê. Kesên ji demên berê hez dikin vê hestê baş dizanin. Ez piranî hewl didim xişirên salên 60’î, 70’ê û 80’ê kom bikin. Dema alavek mutbexê derdikeve dibe carna parçe jê kêm bin. An jî hinek şikestî bin. Alavên kevn erzanin û razemeniyeke. Alavek ku bi 50 TL tê girtin sibê dikare bi 100 TL bê firotin. Temaşekirina alavên kevn min kêfxweş dike. Ez wan paqij dikim. Çêdikim. Tamîrata wan dikim. “   Aylînê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku divê xwe kîfş bikin û her kes teqez divê karê ku jê hez dike bike.