Jinan krîza aborî nîqaş kirin 2018-12-15 15:14:55   STENBOL - Jinên di forma “Krîz, Jin û Keda Jinê” ya KEÎG’ê de kom bûn, li ser pirsên “Krîzên derbas bûyî çi fêrî me kirin? Di vê krîzê de çi li benda me?” nîqaş kirin.    Hewldana Îstîhdan û Keda Jinê (KEIG), forma “Krîz, Jin û Keda Jinê” li Salona Konferansê ya Kampusa Bomontî ya Zanîngeha Mîmar Sînan li dar xistin. Ji gelek saziyan jin beşarî forumê bûn. Di forumê de Aborîzan ên Femînîst Ozge Îzdeş û Yelda Yucel mijarên derbarê aboriyê de pêşkêş kirin.    Yelda Yucel, diyar kir li Tirkiyeyê, ji bo encamên krîza aborî divê, tecrûbeyên welatên din bên şopandin û wiha got: “Li gelek welatan, kêm jî be mînakên baş hene. Mînak li hin welatan destpêkê jin û kesên rastî bêmafiyan hatin, girtin kar.  Karê wekhev, maeşê wekhev, piştî krîzê hat esas girtin.”    Ozge Îzdeş jî, diyar kir ku êdî qadên îstîhdamê ji bo karkerên zilam jî kêm bûye û wiha got: “Windabûna hêza kar a zilam, bû sedem ku hêza jinê ya kar zêdetir winda bibe. Di vê krîzê de piyaseya hêza kar xerab dibe. Di serdema krîzan de hêza jinan a kar pir kêmtir dibe.”    Dûre jinên beşdarî forumê bûn bi awayekê komî nîqaş bi rêve birêve birin. Piştî xebatên komî yên nîqaşan, axaftina girtinê ya forumê hat kirin û forum bi dawî bû.