'Em ê wekî jinên Efrînê heta dawî li berxwe bidin' 2018-12-13 09:01:42   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jina bi navê Meryem Elî ya ji Gundê Aqîbê yê Şehbayê ku tevî hemû zehemetiyan li çanda kevnar xwedî derdikeve wiha got:"Çand hebûn û nasnameya gelan e. Dewleta tirk bi tank û topên xwe êrîşî Efrînê kir da ku çanda Kurdan a kevnar jî tune bike. Lê em ê her ji bo parastina çanda xwe li berxwe bidin û rê nedin dagirkeran."   Tevî êrîş û zextên li ser Efrînê jina Kurd a bi navê Meryem Elî ya 76 salî û ji Gundê Aqîbê yê Şehbayê li hember çanda xwe ya kevnar bi hestiyarî nêz dibe û dibêje:"Ev 20 sal in ku ez ji çanda xwe ya kevnar re xizmetê dikim. Bi keda destên xwe ez di heman demê de debara xwe jî dikim. Ez gelek bextewar im ku bi keda destên xwe hem xwedî li çanda xwe derdikevim hem jî debara xwe dikim."   'Ez xwedî li keda destên xwe û li çanda xwe derdiketim'   Meryemê bal kişand ser zihniyeta baviksalarî ya ku her dem nirxên jinê hedef digirin û wiha got:"Jin ji dîrokê heta niha her dem rastî tundiya zihniyeta baviksalarî hatiye. Lê tevî vê yekê dîsa jî dev ji parastina çanda xwe bernedane. Min jî gelek zehmetî kişand lê dîsa jî ez xwedî li keda destên xwe û li çanda xwe derketim. Ez ji dapîr û bapîraê xwe hîn bûm. Di heman demê de ez bi çandiyê jî mijûl dibûm. Ez gelek ji xebatê û têkoşîna jiyanê hez dikim."   'Çand hebûn û nasnameya gelan e'   Meryemê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çand hebûn û nasnameya gelan e. Dewleta tirk bi tank û topên xwe êrîşî Efrînê kir da ku çanda Kurdan a kevnar jî tune bike. Lê em ê her ji bo parastina çanda xwe li berxwe bidin û rê nedin dagirkeran. Tu caran Dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe çand û dîroka gelê kurd qir bike, parastina çanda gelê kurd wê her berdewam bike û em ê wekî jinên Efrînê heta dawî li berxwe bidin. Ev 20 sal in ku ez ji çanda xwe ya kevnar re xizmetê dikim. Bi keda destên xwe ez di heman demê de debara xwe jî dikim. Ez gelek bextewar im ku bi keda destên xwe hem xwedî li çanda xwe derdikevim hem jî debara xwe dikim."