Kevneşopiya pûşiyê li dijî asîmîlekirina çandê berxwe dide 2018-12-11 09:12:15   WAN - Çanda pûşiyê ya berê jinan gelek bi kar dianî, di roja îro ne wek berê be jî dîsa jin berdewam dikin.   Pûşî ku yek ji çanda Kurda ne, li dijî asîmîlasyonê berxwe dide. Berê jinan di dawetan de girê dida. Li navçeya Îpekyolu ya Wanê li taxa Yali, jina bi navê Perîhan Yali hîna vê çandê didomîne. Perîhan diyar dike ku pûşî yek ji esasên herî girîng a çanda mezopotamyayê ye û bi destan pûşiyan çê dike.   Perîhanê bi lêv kir ku di salên zarokatî û ciwantiya wê de pûşî ji Iraqê dihatin û wiha got: “Bi qasî bihayê mîh an jî bizinekê bûn. Ji ber biha bû, jinan hewl da çê bikin. Êdî me bi keda destên xwe çê kirin. Em bendên rengîn û morîkan digirin û çê dikin. Berê bend û morîk pir xweş bûn. Niha jî em hewl didin vê çandê bidomînin.”   Perîhanê bi lêv kir ku ji ber asîmîlekirina çandê pûşî wek berê nayê bikaranîn û niha ji bo berdewamkirina vê çandê ew berxwe didin.