'Jinên kedkar bingeha hebûn û jiyanê ne' 2018-12-11 09:02:57   Rûken Goman    DÊRIK - Jinên dikanfiroş ên ku bi keda xwe jiyanê didomînin dibêjin:"Jinên kedkar bingeh û hebûna jiyanê didomînin. Ji bo wê jî pêwîst e ku jin bi ked û hêza xwe bawer be û ji bo dayina kedê ranewestin."   Ji dema ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye heta niha, jin bi keda destên xwe debara xwe dikarin bikin û baweriya wan zêdetir bûn. Dema  ku mirov di sûkê de dimeşe dibîne ku ji sedî 30 jin dixebitin. Jinên ku dixebitin dibêjin:"Tiştê herî xweş ew e ku jin bi keda destên xwe debara xwe bikin. Ev yek têkiliya di navbera jinê û jiyanê xurtir dike."   'Ev xebat têkiliya di navbera jinan de jî xurtir dike'   Dayika bi navê Helîma Koco ku ji Endîwerê ye wiha qala xebata xwe dike:"Ez serê sibehê hişyar dibim û têm dikana xwe û dest bi xebatê dikim. Dema ku serê sibehê zû radibim bêtir xwe çalak hês dikim. Ez  pir kêfxweş im ku ez bi keda xwe debara xwe dikim. Ev xebat têkiliya di navbera jinan de jî xurtir dike. Ji bo em jin neçewisin pêdiviya me bi xebatê jî heye."   'Jin dema dixebitin bêtir nirxên xwe diparêzin'   Jina Ereb a bi navê Meryem Ebdo jî wiha dibêje:"Em niha wekî jin di nava jiyanake hevpar de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe didomînin. Di destpêkê de ez li Herêma Humusî dijiyam piştî şer ez hatim Dêrikê. Min di nava şerdên dijwar de dest bi xebatê kir. Min dît ku jin dema dixebitin bêtir nirxên xwe diparêzin. Jinên kedkar bingeh û hebûna jiyanê didomînin. Ji bo wê jî pêwîst e ku jin bi ked û hêza xwe bawer be û ji bo dayina kedê ranewestin. Tiştê herî xweş ew e ku jin bi keda destên xwe debara xwe bikin. Ev yek têkiliya di navbera jinê û jiyanê xurtir dike."