Jinên Qamişloyê yên ku karê çandiniyê dikin: Keda destan pîroz e 2018-12-07 09:03:57   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê yên ku bi çandiniyê debara xwe dikin dibêjin:"Dema ku em keda destên xwe debara xwe dikin bawerî û hêza me zêdetir dibin."    Tevî zehmetiyên zivistanê jinên li Qamişloyê yên ku debara xwe bi çandiyê dikin diyar dikin ku keda destan pîroz e û wiha dibêjin:"Ji bo em hêviya xwe ya jiyanê winda nekin em dixebitin. Em ji xebat û xwezayê gelek hez dikin."   'Ya ku hêzê dide me xebat û xweza ye'   Menal El-Elî ya ji taxa Hilko ya Qamişloyê wiha got:"Ev bû 3 sal e ez û  keça xwe di nav baxçe de dixebitin. Em pîvaz, nane, bexdenûs diçînin û piştre didin hev. Em li vir bi rengekî hevpar dixebitin û alîkariya hevdu dikin. Ya ku hêzê dide me xebat û xweza ye. Em dixwazin hemû jin bixebitin û hêz û baweriya xwe zêde bikin."   'Em ji xebat û xwezayê gelek hez dikin'   Her wiha karkera bi navê Hala El-Elî li ser karê xwe yê rojane axivî û got:"Ez û hevalên xwe bi hev re dixebitin. Bi kêfxweşî em saet di 07.00'an de tên kar û heta saet 4'ê êvarî dimînin. Daxwaziya min ew e ku hemû jin bi xebat û hewldana xwe alîkariya malbatên xwe bikin. Jinên ku dixebitin û alîkariya civakê dike di warê derûnî de jî xwe baştir hês dikin. Dema ku em bi keda destên xwe debara xwe dikin bawerî û hêza me zêdetir dibin. Ji bo em hêviya xwe ya jiyanê winda nekin em dixebitin. Em ji xebat û xwezayê gelek hez dikin."