'Gund jêderka hezkirin û dîrokê ye' 2018-12-05 09:02:32   SorgulŞêxo   HESEKÊ - Jina bi navê Yazi Mela Îsa tenê xwe bi karên di nava malê de sînordar nake û bi xebitandina alavên dîrokî balê dikşîne ser xwe. Yaziyayê ya li Gundê Şûniyê dijî, bi mîrkut genim dikute û keda destan li ser piyan dihêle. Yaziyayê wiha dibêje:"Dema ku ez alavên dîrokî yên wekî hawan, destar, cûnî bi kar tînim zarokatiya min tê bîramin. Divê alavên xwe yên dîrokî em biparêzin da ku em çanda xwe ji bîr nekin."   Li Gundê Şûniyê yê Bajarê Til Temir a Kantona Hesekê Yazi Mela Îsa ya 85 salî çanda kevnar a dê û bavan diparêze. Bikaranîna alavên dîrokî hafizaya civakî zindî dike. Yaziyayê wiha dibêje:"Ji bo nirxên civakî bên parastin pêdivî bi xwedîderketina çandê heye. Ez ji ber ku ji alavên dîrokî hez dikim û naxwazim ev çand bi dawî bibe bi kar tînim. Dixwazim hemû kes vê çandê bizanibin û xwedî lê derkevin."   'Ez dixwazim her dem çanda kevnar bidome'    Yaziyayê da zanîn ku ji ber ku zarokatiya wê li gund derbas bûye ew xwe gelek bi şans dibîne û wiha domand:"Dema ku ez zarok bûm derfeta min çênebû ku ez biçim dibistanê. Li mal ez bi alavên dîrokî mijûl dibûm û ev 85 sal in ku ez wan bi kar tînim. Gelek kes nizanin bi kar bînin û ev yek jî êdî dibe sedema windabûyina çanda kevnar. Lê ez dixwazim her dem çanda kevnar bidome."    'Gund jêderka hezkirin û dîrokê ye'   Yaziyayê bal kişand ser girîngiya gundan a di nava dîrokê de û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li gundan hemû çand hîn zindî ye. Dema em alavên dîrokî bi kar tînin em staranan jî li ser dibêjin û bi vê yekê em xwedî li gotinên xwe jî derdikevin.  Dema ku ez alavên dîrokî yên wekî hawan, destar, cûnî bi kar tînim zarokatiya min tê bîramin. Divê alavên xwe yên dîrokî em biparêzin da ku em çanda xwe ji bîr nekin.Ji bo nirxên civakî bên parastin pêdivî bi xwedîderketina çandê heye. Ez ji ber ku ji alavên dîrokî hez dikim û naxwazim ev çand bi dawî bibe bi kar tînim. Dixwazim hemû kes vê çandê bizanibin û xwedî lê derkevin."