Çêkirina melkisan a ku ji dîrokê heta niha didome 2018-12-04 09:02:19   MINBIC - Jina bi navê Niweyla Hecî bi keda destên xwe melkisan çê dike û bi vî awayî alîkariya cîranên xwe jî dike. Niweylayê dibêje:"Dema ez melkisan bi destên xwe çê dikim û alîkariya cîranê xwe jî dikim, ez gelek bextewar dibim. Ev çanda ku bi salan e didome, berdewamkirina wê ji bo min bexetewarî ye."   Çanda çêkirina melkisan a ku ji dîrokê heta niha bi destên jinan domyaye niha li Minbicê jî ji aliyê jinan ve xwedî lê tê derketin. Niweyla Hecî ya ku melkisan çê dike dibêje:"Heta niha bi kedek mezin û bi dilxwazî min çanda çêkirina melkisan domandiye. Ya herî kêfa min jê tê jî ev e ku ez çêkirina melkisan hînî jinên derdora xwe jî dikim. Dema ku kesên nû hîn bibin dê çanda çêkirina melkisan jî bi dawî nebe."   'Ev hevkariya min dilxweş dike'   Niweylayê bi lêv kir ku tiştên kevnar her dem moral dide mirovan û wiha got:"Ji ber ku heta vê rojê min çanda xwe parastiye li gor min mîrateya herî girîng ev e. Min her çar keçên xwe jî hînî vê çandê kir. Berê çêkirina melkisan bêtir dijwar bû. Lê niha ji ber makine derketiye ez hêsantir çê dikim. Ez di heman demê de dema melkisan difiroşim debara xwe jî dikim. Ez bi vî awayî alîkariya cîranê xwe jî dikim. Ev hevkariya min dilxweş dike."   'Divê çanda kevnar her mayinde be'   Niweylayê da zanîn ku gelek kes nizanin melkisan çê bikin û ew jî dixwazin hîn bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku kesên dixwazin hînî çêkirina melkisan bibin ez alîkariya wan jî dikim. Dema ez melkisan bi destên xwe çê dikim û alîkariya cîranê xwe jî dikim, ez gelek bextewar dibim. Ev çanda ku bi salan e didome, berdewamkirina wê ji bo min bexetewarî ye. Heta niha bi kedek mezin û bi dilxwazî min çanda çêkirina melkisan domandiye. Ya herî kêfa min jê tê jî ev e ku ez çêkirina melkisan hînî jinên derdora xwe jî dikim. Dema ku kesên nû hîn bibin dê çanda çêkirina melkisan jî bi dawî nebe."