Ji Meclisên Kedkarên Jin piştgirî da kedkarên Gripînê 2018-11-29 16:38:51   STENBOL - Meclisên Kedkarên Jin piştgirî dan kedkarên Gripînê ku ji ber di warê mûçeyê de li hev nekirin û ketin grevê. Ji Meclisên Kedkarên  Jin Fîdan Ataselîm, diyar kir ku ew mecbûrin piştgiriyê bidin hev.   Meclisên Kedkarên Jin, yên piştgirî dan kedkarên Gripînê ku ji ber li ser mûçeyê bê dayîn bi karsazan re li hev nekirin. Meclisa Karsazan li di çarçoveya piştevaniyê de li ber fabrîkaya Gripînê daxuyanî dan, dowîzên bi nivsa "Kedkarên Gripînê ne bi tenê ne" vekirin û dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" berz kirin. Li ser navê Meclisên Jinên Kedkar Fîdan Ataelîm axivî û got ku beşa civakê ya herî zêde ji krîza aborî neyînî bi bandor bû kedkar in.     Fîdan wiha berdewam kir: "Li vî welatî kesekî ku mafên kdkaran biparêze tune ye. Divê ku em baweriya xwe bi hev bînin û piştevaniyê bdiin hev.  Hemû şîrketan konkordato îlan kir.  Wê kedkar çi bikin?  Bersiva vê tune ye. Tenê çareyek heye ew jî rêxistinbûna kedkaran e."