Ji zeviyan heta manavan jiyanê bi keda xwe dihûnin 2018-11-24 09:12:01   WAN - Yek ji jinên ku sebze û fêkiyên ji zeviyan kom dike û li dukana vekiriye difiroşe, Hacer Umît daxuyakirin ku berhemên keda destê xwe ew difroşin.   5 jinên ku li Edene û Mersînê li zeviyan dixebitin, fêkî û sebzeyên ji wan deran kom dikin, tînin Wanê û dirfoşin. Jinên li Kolana Maraş a Artemîta Wanê dukana Vîtamîn Manav vekirine, sebze û fêkiyên bi kedek mezin kom kirine li vir difroşin û debara xwe pê dikin.   ‘Eleqeyek mezin dibîne’   Jina bi navê Hacer Umît wiha got: “Em ji karê li zeviyan hez dikin. Em li bajar jî di manavê de dixebitin. Tevî karê me pir zehmet e jî em ji ber ligel hevin kêfxweş in. Em sebzeyên xwe ji hev didin alî. Em li refan bi cih dikin. Ji ber jin di manavê de dixebitin rastî eleqeya gel tên. Eleqeyek mezin nîşanî me tê dayîn.”   ‘Ji ber krîzê pirsgirêk tê jiyîn’   Hacerê balkişand ser krîza aborî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya krîzê karê me baş bû. Lê niha fêkiyên ji Edene û Mersînê tên kêm bûne. Heqdesta me jî demekê nehatin dayîn. Di vî alî de me pirsgirêk jiya. Bi welatiyan re pere tune.”   Jina bi navê Leyla Sancar jî kêfxweşiya xwe ya xebata li manavê anî ziman û wiha dawî lê anî: “Em wek jin beramberê keda xwe bi awayekî paqij pêşkêşî gel dikin. Muşteriyên me jî bi karê me bawerin. Em jî pir girîngiyên didin karê xwe.”