‘Wê têkoşîna me bidome’ 2018-11-19 09:06:02   MERSÎN - Hevseroka SES'ê ya Mersînê Ozge Goncu diyar kir ku pêşnûmeya qanûnî ya sererastkirinên der barê tenduristiyê de dihewîne, bêewlebûnê ferz dike û diyar kir ku wê têkoşîna wan a li dijî şîdeta di tenduristiyê de heta dawî bidome.    Hevseroka SES'yê ya Mersînê Ozge Goncu pêşnûmeya qanûnî ya guherînên di qada tenduristiyê de dihewîne nrixand û diyar kir ku mijara şîdeta di tenduristiyê de rojeva wan ya sereke ye.   Ozgeyê destnîşan kri ku bi sozên hilbijartinê re di tenduristiyê de hinek sererastkirin hatine kirin û wiha got: “Du mijarên em li ser disekinin hene; yek şîdeta di tenduristiyê de ya duyem jî para westandina xebatkare. Di demên dawî de bi sozê hilbijartinê re hinek guherîn bûn. An jî ketin nav hewldanê ku biguherin. Para westandinê hat lê ev kême. Der barê paşerojê de nîn bû. Ji ber vê kes razî nîne.”   'Pergala tendirustiyê ya heyî xwe dispêre rantê'   Ozgeyê di berdewamiya axaftina xwe de şîdeta di tenduristiyê de têgeha wê gelek berfirehe û wiha got: “Tişta em diparêzin divê ferasetek tenduristiyê ya mirovan esas digire be. Lê mixabin feraseta tenduristiyê ya niha di meriyetê de ye, xwe dispêre pere û rantê. Ji ber şîdet di tenduristiyê der dertê holê. Em li dijî qanûnê li kolanan xebatan dimeşînin. Em li meclîsê hevdîtinan dikin. Em çalakiyên faksê dikin. Çalakiyên kolanê û li kargeriyan xebatan dimeşînin. Emê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”