Di bin hebên genim de têkoşîna jiyanê 2018-11-17 09:02:27   Lîlav Elî   ŞEHBA - Jina bi navê Sureye Ehmed a 67 salî ya ji Navçeya Şêrewa bi lêv kir ku ew çiqas jî bi êrîşan rû bi rû bimînin ew ê axa xwe terk nekin û çanda xwe bidomînin.    Jina bi navê Sureye Ehmed a 67 salî ya ji Navçeya Şêrewa anî ziman ku ew bi salan e hemû jin li hev kom dibin û genim paqij dikin û vî genîmî piştre diçînin û debara xwe pê dikin.    Sureyayê diyar kir ku ew vê çanda hevpariyê niha di bin şertên dijwar de pêk tînin û hewl didin ku winda nebe û wiha domand:"Em bi têkoşîn û xebata hevpar ji êrîşên dewleta tirk re dibin bersiv. Em wekî jinên Kurd ji alîkariya ji bo hev hez dikin. Dema ku em alîkariya hevdu dikin em hêzê ji hevdu digirin. Bi vê yekê ve girêdayî em çong li dijî êrîşên neyara natewînin."   'Tu hêz nikare çanda me ya kevnar tune bike'   Sureyayê herî dawî wiha got:"Em niha bi xebat û bi fikrên xwe yên azad têkoşîna jiyanê didomînin. Her çiqas dagirker êrîşî me bikin jî em jiyana xwe didomînin. Em her di nava hewldanekê de ne. Tu hêz nikare çanda me ya kevnar tune bike. Em bi çand û nasnameya xwe hene loma ji bo vê yekê divê em her çanda xwe zindî bihêlin. Yan na em ê tune bibin."