Jina kedkar: Gotinên kesan ji bo min girîng nînin, fikrên min girîng in 2018-11-13 09:06:50   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Jina bi navê Naîle Akkaya ya ku bi eslê xwe ji navçeya Qosera Mêrdînê ye, ji xwe re cihekî biçûk vekiriye, Nanê sêlê û şanborekan çê dike û debara mala xwe dike. Naîleyê, diyar kir ku her çiqas mêrên civakê henekên xwe bi wê dikin jî guh nade wan û ew xebata xwe berdewam dike. Naîleyê, anî ziman ku dê tu carî ji bo kesan dev ji xebata xwe bernede û xwest ku hemû jinên cihanê êdî baş çavên xwe vebikin.   Jina bi navê Naîle Akkaya ya ku ji eslê xwe ji navçeya Qosera Mêrdînê ye, ji ber hevjînê wê nexweş e û nikare bixebite, hemû barên malê ketina stûyê wê. Naîleyê, hem ji bo debara mala xwe bike û hem jî ji bo li zarok û hevjînê xwe binêre li Qoserê ji xwe re cihek vekiriye û nanê sêlê lê dixe. Naîleya ku 5 meh e dest bi kar kiriye ji me re behsa keda xwe û zehmetiyên ku dikişîne kir.   Naîleyê, anî ziman ku 5 meh in dest bi vî karî kiriye û wiha behsa destpêkirina xebata xwe kir: “Li vir dotmama min dixebitî, piştî ku hevjînê min nexweş ket û nikaribû bixebite, ez jî neçar mam ku bixebitim. Ez niha hem li derve û hem jî li malê dixebitim. Niha ez û dotmama xwe bi hevre li vir dixebitin. Ew karê loqanteyê dike û ez jî li vir nanê sêlê, şanborekan çê dikim.”   ‘Ez bi temamî li derve 13 saetan dixebitim’   Naîleyê, di berdewamiya axaftina xwe de behsa rojek xwe kir û wiha anî ziman: “Ez serê sibehê di saet 08.00’an de têm dikanê û di serî de hevîr dikim. Piştre ez ji bo şanborekan kartol, penêr û  qîme çê dikim. Piştre ez li ber sêla xwe rûdinim û piştre kî çi bixwaze ez wê çê dikim. Yanê temamiya roja min bi xebatê derbas dibe. Ez heta êvarê saet 08.00’an dixebitim. Ez bi temamî li derve 13 saetan dixebitim û piştre diçim malê karê malê dikim. Karê min gelek zehmet e jî. Ji ber ku serê sibehê heta êvarê dixebitim û gelek zêde diwestim. Her çiqasî karê me zor û zehmet be jî ji bo debara mala xwe bikin û mihtacê tu kesî nebin neçarim ku bixebitim. Divê tu jinek tu carî mihtacê mêran nebe. Dema jin bixwaze dikare her karî bike. Gelek jinên kedkar hene ku mirov wan mînak bide. Her çiqasî karê min zehmet be jî ez ê dev ji karê xwe bernedim. Ez hem karê malê û hem jî karê derve bi hevre bi rê ve dibim. Çawa ku zehmetiyên her karî hene, zehmetiyên vî karê jî hene.”   ‘Rêzdarî ji xebata jinan re tune ye’   Naîleyê, bal kişand ser krîzê û diyar kir ku ji ber krîza hatiye avakirin karê wê ne baş e  û wiha berdewam kir: “Ji ber vê krîzê qezenca me zêde çê nabe, lê belê em jî nizanin ku êdî çawa bikin. Ev krîza ku hatiye avakirin bandorê li hemû bazirganan kiriye û bi taybetî jî bandor li jinan kiriye. Ji ber ku jin ji bo mihtacê mêran nebin dest bi kar dikin û rojek ji ber krîza tê avakirin keda wan a daye hemû vala dertê. Bi vî hawî bi taybetî dixwazin li ser jinan bandorek neyînî ava bikin. Em jinên xebatkar êdî nizanin ku çawa bikin. Ev tiştê ku îro tê jiyîn nayê qebûlkirin. Rêzdarî ji xebata jinan re tune ye.”   'Mêr dixwazin ku jin tim bibin koleyê  wan'   Naîleyê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ew bi xebata xwe bi taybetî dixwaze hêzê bide hemû jinan û jin ji van zextan xilas bibin û wiha pêl da axaftina xwe: “Dema jinek dest bi xebatê dike baweriya wê jinê zêdetir dibe. Xwezî em ne di nava pêvajoyek wiha xirab de ban û hemû jin bikariban bixebitiyan. Ez dixwazim  ku êdî jin çavên xwe vebikin û li rastiya cihanê binêrin. Ez niha li vir dixebitim û carna rastî gotinên ne baş têm û carna jî rastî gotinên baş têm. Di vir de gotinên kesan ji bo min girîng nînin, fikrên min girîng in. Carna tê mêr henekên xwe bi me dikin. Xebata jinan tu carî ne mijara henekan e, kesên ku henekên xwe me dikin bila pêşî li halê xwe binêrin. Bi taybetî dema mirov baş lê dinêre mêrên li civakê naxwazin jin bixebitin û lewra jî îro henekên xwe bi me dikin. Ew çiqas henekên xwe bi me bikin jî dê tu carî nikaribin hêza me bişkînin. Em jin divê her tim bibin yek û piştgiriyê bidin hevdû. Mêr dixwazin ku jin tim bibin koleyê  wan.”   ‘Ez jî wek jinekê tu carî dev ji xebat û têkoşîna jiyanê bernadim’   Naîleyê, di dawiya axaftina xwe de xwest ku hemû jin baweriya xwe bi hêza xwe bînin û li ser nigên xwe bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez jî wek jinekê tu carî dev ji xebat û têkoşîna jiyanê bernadim. Bila hemû jin li ser nigên xwe bisekinin. Jin dema ji xwe bawer bikin, dikarin her karî bikin. Ez ê tu carî dev ji karê xwe bernedim.”