Ji ber aloziya aborî bazirgan koç dikin 2018-11-11 09:05:58   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Li seranserê Tirkiyeyê aloziya aborî her roj zêde dibe. Ji aloziya aborî herî zêde jî bazirganên bajarên biçûk bi bandor dibin. Li gorî daneyên Odeya Zanatkar û Bazirganan ya Colemêrgê  li herêmê  heta niha gelek bazirgan ji ber aloziya aborî  kargehên xwe girtine û koçber bûne.    Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj zêde dibe. Li gorî daneyên Odeya Zanatkar û Bazirganan a Colemêrgê di sala 2018’an de  li gel navçe û navenda Colemêrgê 118 bazirganan kargehên xwe girtine û koçberî metrepolan bûne. Aloziya aborî li bajêr dibe sedemên neyîniyê û  pêşiya koçberiyê vedike. Jinên bazirgan nerazîbûn nîşanî neçareserkirina aloziya aborî dan û gotin li heremê  aloziya aborî pêşiya koçberiyê vedike.    ‘Ji ber aloziya aborî bazirgan koçber dibin’    Bazirgana bi navê Seyran Erçîn anî ziman ku li gel aloziya aborî li Colemêrgê koçberiya bazirganan dest pê kir û got ku aloziya aborî karê wan neyînî bandor dike û wiha axivî;” Ez her serê sibehê saet di 8’an de kargeha xwe vedikim. Em car caran heya êvaran kar nakin. Di meha havînê de ji ber dawetan mûşterî dihatin kiras û fîstanên xwe didan dirûtin. Baş xerab me debara xwe dikir. Lê  em heya êvaran bendê ne heta ku  mûşteriyek tê. Em nikarin danûstandinê bikin, her tiştek biha bûye. Ji ber aloziya aborî heya niha gelek hevalên me yên bazirgan top avêtine, kargehên xwe girtine û koçberî metrepolan bûn. Aloziya aborî bi xwe re koçberiyê tîne. Li vir derfetên kar tune ne. Ji ber vê jî gel nikare debara xwe bike û koçber dibe. Buhayên Komurê jî zêde bûye. Di sermaya Colemêrgê de em ê îsal çawa bixebitin em nizanin. Hemû razandina aborî ji bo şer û çekan tê kirin, ji aboriya gel re ev razandin hatiba kirin, niha em ne di vê rewşê de bûna. Ger ku ev aloziya aborî neyê sekinandin, dê li bajarên biçûk pir zêde koçberî çê bibe.”    ‘Aloziya aborî wisa berdewam bike dê hemû bazirganên bajarên mîna Colemêrgê dê topê biavêjin’    Nuran Kurt anî ziman ku ji bo çareserkirina aloziya aborî tu hewlêdan tune ye û got ku aloziya aborî aboriya gel têk dibe û wiha berdewam kir;” Li Colemêrgê heya niha ji bo pêşketina aborîya jin bi tu awayî qadên kar nehatine avakirin û hewledanên bi vî awayî tune ne. Ez niha bê kar im. Kar tune ye. Ez di kirê de me. Ez nikarim kirê bidim, ez ê çawa debara xwe bikim. Îsal ji ber aloziya aborî gelek kes koçberî bajarên mezin bûn. Ji ber  ku gel nikare debara xwe bike bi mecbûrî xaka xwe terik dike. Gel bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Ger ku rewş wisa berdewam bike dê gelek bazirgan koç bikin. Aloziya aborî aboriya gel têk dibe. Ger ku ev neyê sekinandin, bazirganên bajarên mîna Colemêrgê di warê aborî de dê topê biavêjin.”    ‘Benê ku me 3 tl’yan dikirîn,  em niha 10 tl’yan distînin’   Bazirgan Perîhan Kaya jî bi lêv kir ku ew 8 sal e dîrûngehiyê dike û got ku tu salan wê qasî van du salan zehmet nekişand û wiha got:” Ez ev 8 sale dirûngehiyê dikim. Tu sal mîna di sala 2017 û 2018’an ji min re zehmet nebû. Aloziya aborî bi her awayî me neyînî bandor dike. Me heya niha ben 3 tl’yan dikirîn, lê em niha 10 tl’yan distînin. Ji aloziya aborî herî zêde bazirganên biçûk bandor dibin. Em nikarin kirêya kargehên xwe bidin. Em êdî nikarin danûstandinê bikin. Tiştên ku em dixwazin bikirîn em nikarin bigirin. Divê rayederên dewletê bi gotina ‘Aloziya aborî tu ne ye’ xwe nexapînin û ji mezinkirina aloziyê zêdetir bibin çareserî.”