Bi dirûngeha xwe 30 sal in li hemberî zehmetiyan tedikoşe 2018-10-24 09:03:42   Rûken Goman   DÊRIK - Li bajarê Dêrîkê yê Rojavayê Kurdîstanê Ruweyda Mohemed 30 sal in debara xwe bi dirûtina kincan  dike.   Li bajarê Dêrîkê yê Rojavayê Kurdîstanê  jina bi navê Rûweyda Mohemed 30 sal in bi dirûtina kincan debara xwe dike. Rûweyda li hemberî hemû şerd û zehmetiyên jiyanî  bi dûringeha xwe tedikoşe. Rûweydayê diyar kir ku jin tu car ji zehmetiyên jiyanê re teslîm nebûne û got ku jinan bi afirineriya xwe her tim di warê aborî de xwe ser piyan girtine.   'Jina kedkar teslîmî zehmetiyên jiyanê nabin'   Rûweydayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku keda ku jin didin pîroz e û got ku ez bi xebatê jiyana xwe ji nû ve zindî dikim û wiha axivî;" Di destpêkê de em li Hedadê dijiyan. Piştî ku şer û pevçûn li herêmê qewimîn em ji gundê xwe derketin û hatin Dêrîkê. Ji xwe min  ji bo ku debara jiyana xwe bikin min dest bi karê dirûtinê kir. Ez ji dayika xwe fêrî karê dirûnê bûm. Dema  ku dayika min nexweş ket min xebata wê domand û ji xwe re dirûnxane vekir. Niha jî  xebatê dikim û cil û bergên jinan didirûm. Dibe ku tiştekî mirov nemîne mirov hestiyar bibe, lê ev nayê wateya ku em ji zehmetiyên jiyanê re teslîm bibin. Ji bo wê jî ez niha bi karê dirûtinê ji nû ve jiyana xwe zindî dikim û aboriya xwe jî xurt dikim."   'Divê jin qîmeta keda destên xwe bizanin'    Di dawiya axaftina xwe de Ruweydayê bal kişand ser girîngiya xebata jinan û  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keda jinan her tim pîroz û bi qîmet e. Divê jin qîmeta keda destên xwe bizanin. Jin  her tim li hemberî zehmetiyên jiyanê di nav têkoşînê de ye û bi keda xwe debara xwe dike û  aboriya xwe li ser piyan dihêle. Jin bi keddayinê xweşik dibe."