Rengê hêza jinê 2018-10-23 09:01:32   Dîlber Mihemed   HESEKÊ - Jina bi navê Fatma Muhemed a Tirkmen ku li Bajarê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê bi karên destan debara xwe dike got:"Ez niha gelek bextewar im ku li Rojavayê Kurdistanê dijîm û bi keda destên xwe debara xwe dikim. Li vir jiyanek wekhev û demokratîk heye. Ji jinê re rêz tê girtin. Em hêvî dikin ku welatên ku mafê jinê naparêzin Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe mînak bigirin."   Piştî Şoreşa Rojava jin di her qadê de bûn xwedî gotin û di warê aboriyê de derfeta ku xwe bikaribin pêş bixin bi dest xistin. Jina bi navê Fatma Muhemed a ji Cerablûsê, 66 salî, dayika 6 zarokan û Tirkmen ku li Bajarê Serêkaniya Kantona Hesekê dijî yek ji wan jinan e ku di warê aboriyê de xwe pêş dixe û li ser piyên xwe disekine. Fatmayê dibêje:"Berî şoreşa Rojavayê Kurdistanê em jin ji hemû mafên xwe bêpar bûn. Lê niha em bi îradeyak azad dikarin beşdarî her çalakî û xebatê bibin. Ez jî niha bi keda destên xwe debara xwe dikim û xwe hîn azad hês dikim."   'Ji hunera destan gelekî hez dikim'   Fatmayê diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe de ye vî karî dike û got:"Ez gelekî ji hunera destan hez dikim. Ji ber ku hez dikim ji dil çê dikim. Yên ku qazax, papîk, kumên ku ez çê dikim dîstînin gelek jê hez dikin. Di heman demê de ez dora lihêfan jî dineqişînim. Hevserê min jiyana xwe ji dest da. Lê dîsa jî min jiyana xwe tevî zehmetiyan domand û min serî li dijî dijwariya jiyanê netewand. Jin dema ku bixwaze dikare bi rengê hêza xwe gelek tiştî bike û gelek serkeftinan bi dest bixin."   'Li Rojavayê Kurdistanê jiyanek azad û wekhev heye'   Fatmayê da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê jiyanek azad û wekhev heye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez niha gelek bextewar im ku li Rojavayê Kurdistanê dijîm û bi keda destên xwe debara xwe dikim. Li vir jiyanek wekhev û demokratîk heye. Ji jinê re rêz tê girtin. Em hêvî dikin ku welatên ku mafê jinê naparêzin Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe mînak bigirin. Berî şoreşa Rojavayê Kurdistanê em jin ji hemû mafên xwe bêpar bûn. Lê niha em bi îradeyak azad dikarin beşdarî her çalakî û xebatê bibin. Ez jî niha bi keda destên xwe debara xwe dikim û xwe hîn azad hês dikim."