Froşkarên kiras û fîstanan: Krîza aborî bi xwe re qirkirina çandê anî 2018-10-09 09:05:52   WAN - Li Tirkiyeyê krîza  aborî her ku diçe berfireh dibe û  li ser hemû qadên civakê bandoreke neyînî dike. Buhabûna  dolar re qumaşên kiras û fîstanan jî bûha bûn  û froşkarên kiras û fîstanan diyar kirin ku mîna salên berê wan îsal kiras û fîstan zêde nefirotine.     Li Tirkiyeyê ji ber polîtikayên îktîdara heyî heya niha  bi tu awayî pêşiya aloziya aborî nehatiye girtin û krîza aborî ya dawî ku derket bi her awayî li ser civakê bandora neyînî dike. Li herêma Serhedê krîza aborî ku derket  li ser firotin û standina kiras û fîstanan jî bandora neyînî kir. Ji ber buhabûna dolar û erzanûna lîreyê tirk li hember  qumaşên ku ji Îran û Dubaîyê tên buhayê wan her roj zêdetir dibe. Jinên ku kiras û fîstanan didirûn û difiroşin, diyar kirin ku bi bûhabûna kiras û fîstanan qirkirina çandê hatiye destpêkirin.    'Krîza aborî bi xwe re qirkirina çandê tîne'   Jina bi navê Ferînaz Beşirî a ku kiras û fîstanan didirû û difiroşe,  bi lêv kir ku bi buhabûna kiras û fîstanan re firotina kiras û fîstanan sekiniye û wiha axivi;"Li vê heremê jin herî zêde kiras û fîstanên ku kincên neteweyî yên kurdan e  li xwe dikin. Kiras û fîstan hem kincên neteweyî ne,hem jî di nava jiyana rojane bikaranîna wan rehet e. Herî zêde di demsala havînê de karê me zêde dihat kirin û kiriyarên me zêde bûn. Îsal ji ber krîza aborî kiryarên me gelek kêm bûn. Qumaşên ku ji derveyî welat tên bi dolar tên standin û ev yek hem bandora xwe ya neyînî li ser firotina me û hem jî li ser standina kiriyaran dike. Ji ber buhabûnê nelixwekirin û ne sitandina kiras û fîstanan bi xwe re qirkirina çandê tîne.  Qumaş gelek buhaye û gel nikare bikire.   'Wekî salên ber zêde kincên neteweyî nehatin dirûtin'     Ferînazê bal kişand ser bandora krîza aborî ya li ser çandê û got ku berî krîza aborî pêşî li zirarên mezintir vek divê pêşî lê  bê girtin û wiha bêrdewam kir;"Herî zêde di demsala havînê de dewat pêk tên û di dewatan de jî kincên neteweyî li herêma me tên lixwekirin. Berê kargeha me tijî kiryar dibû û me şev û roja xwe dikir yek ku em karê xwe bigihînin.  Lê  dîsa jî em bi dirûtina kiras û fîstanan re nedigihîştin. Lê mixabin mîna salên berê  îsal kincên netewyî ji ber bûhabûna qumaş nayên dirûn. Krîza aborî bi xwe re perçekirina nirxên civakî tîne. Li gel krîza aborî pişavtina çandê destpê dike."   'Qumaş gelek buha ye û em nikarin bikirin'   Jina bi navê Xemê Peyam  jî bal kişand ser bandora krîza aborî ya neyînî û got ku kûrbûna krîzê bi xwe re mirin û tune bûnê tîne û wiha got:" Ji bo me jinên kurd kiras û fîstan, şal û şepik xwedî wateyeke mezinin. Ji ber ku kincên me yên neteweyî ne, me her tim ew bi xwe re dane jiyîn. Lê niha ji ber buhabûna qumaş em nikarîn kiras û fîstan bikirîn. Krîza aborî ne tenê li  ser xwarin û vexwarinê bi giştî li ser her qadeke civakî bandor dike. Em nikarîn kiras û fîstanan ji xwe re bikirîn. Ev rewşa neyînî li ser tevahiya jiyana me bandora xwe dike. . Pêşiya krîza aborî encex bi polîtikayên rast dikare bê girtin. Ji qebûlkirinê zêdetir, qedandina krîzê dikare bibe çareserî."