Nokteya hevpar a kesên bê welat karkeriya mîdyeyê! 2018-10-08 09:16:54   STENBOL-Mîdyeyê bi şev li ser tezgahên seyyar tên xwarin, ji destê jinên ku sibehê heta êvarê kedê didin, derdikevin. Li Tarlabaşi Perîşan Ahmo ya Sûriyeyî û M.Ç ya ji Mêrdînê ku dema wan tune taştê jî bixwin, diyar kirin ku tu car beramberê keda xwe nagirin û ji ber karekî din tune neçarin vî karî bikin.   Li Tarlabaşi ya Stenbolê mîdyeyê bi kedek mezin ji destê jinan dertê li ser tezgahan tên firotin. Kesên karkeriya mîdyeyê dikin bi giştî ji aliyê kesên ku ji warên xwe bûne ve tên çêkirin. Dom, Kurd, Suriyeyî û jin. Jin di bodrumekê de bi hevkariya kar mîdyeyan amade dikin.   ‘Welatê me ji şer xilas bibe em ê biçin’   Perîşan Ahmo ya ji Sûriyeyê, ji ber çêkirina mîdeyeyê destê wê bûne birîn û got: “Ji ber kar tune ye em mîdye çê dikin. Mîdye bi çewalan tên vir. Em paqij dikin. Em dikin çilşoya bi merdane û dişon. Em vedikin. Em dikin çewalan piştre dikin cemedankê. Sibehê saet di 05.30’an de amade ye. Em rûdinin tije dikin. Em dipijirînin. Karekî pir zehmet e. Ji ber şerê Sûriyeyê 3 sal berê em hatin vir. Me zarokên xwe yên biçûk girtin û em hatin vir. Em 3 rojan li çolê man. Em neçar man axa xwe terk bikin. Warê me jî hebû. Çawa welatê me ji şer xilas bibe em ê vegerin. 4 zarokên min hene. Du heb hîna biçûk in. Ez wan li malê dihêlim û têm vir. Ji bo em birçî nemînin ez vî karî dikim. Nanê me tune ye em bixwin. Em her roj dixebitin. Xebata me zehmet e. Em dipên ku vegerin welatê xwe.”   ‘Em beramberê keda xwe nagirin’   M.Ç ya bi çêkirina mîdyeyê li 7 zarokên xwe dinêre, 25 sal berê ji gundê Dara ya Mêrdînê hatiye Stenbolê. M. diyar dike ku tevî ku karê wan zehmet e dîsa dike û wiha pê de çû: “Karkeriya mîdye xwe digihîne heta Mêrdîn, Colemêrg, Agiriyê. Mîdyevanî bi Mêrdîniyan dest pê kir. Li Ukrayna, Elmanya û Swêdê jî tê çêkirin. Li wan deran li ser saziyan tê hilberandin. Li vir jî seyar tê kirin. Em beramberê keda xwe nagirin. Rojên înê, şemî û yekşemê karê me pir zêde ye. 25 sal e vî karî dikim. Rojê 500 mîdyeyê tije dikim. Di bin şerdên xirab de dixebitim. Tevî hemû zehmetiyan ez pereyê xwe qezenc dikim. Ez wek jinek Kurd bi keda xwe li ser piyan disekinim.”