Piştî IMF’ê McKînsey:Fatura krîzê wê dîsa li gel bibirin 2018-10-08 09:13:54   ÎZMÎR- Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku li Tirkiyeyê berê di krîzê de aborî teslîmî IMF’ê hatiye kirin û îro jî teslîmê şîrketa Mckînsey hatiye kirin û got: “Çawa di pêvajoya IMF’ê de fatureya krîzê li gel hat birîn îro jî li gel tê birîn.”   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay der barê ku aboriya Tirkiyeyê teslîmî şîrketa şêwirmendiyê McKînsey ya Amerîkayê hatiye kirin de nirxandin kir û da zanîn ku krîza Tirkiyeyê ji krîza ji ber kapîtalîzmê tê jiyîn ne cudatir e.   ‘Ev îflas di esasê de îflasa desthilatdariyê ye’   Serpîlê got di salên 1970’ê de ji ber kapîtalîzmê xwe neda berdewamkirin polîtîkayên neolîberal li Latîn Amerîkayê hatin pêkanîn û ev polîtîka piştî biryarên 24’ê Çile çûnde li Tirkiyeyê jî bi darbeya 12’ê îlonê bi cih bûye. Serpîlê bi lêv kir ku bi vê pêajoyê re taybetkirin zêde bûye, mafên kedkaran ji holê hatiye rakirin.   Serpîlê wiha berdewam kir: “Polîtîkayên înşatê yên 16 sale zêde dibin berbi dawîbûnê ve hatiye. Krîza di salên 70’ê de hatiye jiyîn îro wek krîza dovîz û deyn tê jiyîn. Ji ber Tirkiyeyê çavkaniyên xwe da ser çer, bi taybet ev 3-4 sale şer dijwar dike. îro ev tablo encama vî şerî ye. Ev îflas di esasê de îflasa desthilatdariyê ye.   ‘Wê fature li gel bê birîn’   Serpîlê dest nîşan kir ku berê jî aboriya Tirkiyeyê teslîmê IMF’ê hatibû kirin û niha jî teslîmê şîrketa şêwirmendiyê ya Amerîkayê McKînsey hatiye kirin û got bi desthilatdarî bi gotinên wekê ‘netewî’ û ‘herêmî’ alî diguhere û hewl tê dayîn ku serê tiştên tên jiyîn bê veşartin û got: “Çawa ku di pêvajoya IMF’ê de di peymana hat kirin de fatura krîz û rêveberiya nebaş li gel hat birîn niha jî heman bername heye.”   Serpîlê destnîşan kir ku gotinên ku yên stokê dikin krîzê kûr dikin, jî dîsa ji bo têkçûna desthilatdariyê bê veşartin tê bikaranîn û yek bi yek kesan sucdar dikin û hedef dikin ku gel xwe sûcdar bibîne. Serpîlê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê hewcedarî bi aboriya bawermend heye. Ne sermaye, divê nirxên girîng yên kedkar, karker û jinan bên qebûlkirin. Ev di esasê de pirsgirêka tercîhê ye. Tercîhên gelan neçare li alî gelan de. Gel hewcedarê alîkariyên bexşê tê kirin, qezencên gel daxistina ji sedî 1 rêbaza pergala neolîberale. HDP polîtîkayek ku hewcedariyên gel esas digire pêk tîne. Dermanê aboriyê ne neolîberalîzme, kapîtalîzme. Bi perspektîfek dijkapîtalîst, em neçarin aboriyê sererast bikin.”