Jinan bertek nîşanî helwesta rayedaran a 'krîza aborî tune ye' da 2018-10-02 09:13:05   Safiye Alagaş   STENBOL- Jinan bertek nîşanê helwesta rayedaran ‘krîza aborî tune ye’ da û gotin: “Ji xwe goşt em nikarin bistînin û sebzejî gelek buha bûye. Di 2 mehan de hert tişt gelek buha bû. Girtina firingiyan jî êdî me dixe zorê.  Em niha bi zorê debara xwe dikin.”   Jinên ku 3-4 meh berê bi 60 û 100 TL dan û standina xwe dikirin diyar dikin ew êdî dest vala tên malê û gotin ew niha bî ozorê roja xwe xilas dikin.   ‘Em êdî naçin bazaran jî’   Hadra Bagci bi lêv kir ku êdî ew nikarin biçin bazarê jî û niha jî lêçûnên dibistanê zêde bûne û got: “Em bi mûçeyê hevjînê min debarê dikin. Xanî jî kirê ye. Berê em dihatin bazarê me ji her tiştî 3-4 kîlo digirt. Niha em kîloyekê nikarin bikirin. Ez nikarim ji bo mesrefek biçûk jî pere bidim zarokên xwe.”   ‘Zema 10 salan hat kirin’   Fatma Bagci jî destnîşan kir ku di 2 mehan de zema 10 salan hatiye kirin û ev tişt bi lêv kir: “Em neçar nemînin tiştekî nakiin. Em êdî ne bi kîloyê bi yekan sebze û fêkî dikirin. Firîngî bûye 10 TL. lîmon dîsa wisa. Mehên berê me 2-3 kîlo digirt. Niha kes nikare tiştekî bikire.”   Suphiye Saruhan jî bertek nîşanê krîzê da û bi lêv kir ku ew ji bazarê nikarin tiştekî bikirin û got: “Divê em çareyekê bibînin. Em bi 50 TL tên bazarê û em bi poşetekî vedigerin malê. Em nikarin fasulya hişk û teze bikirin. Şînahî jî biha bûye. Em matmayî mane. Demare gelek zehmet bûye. Em goşt nikarin bikirin. Em nikarin mirişkê jî bigirin. Em rojê 5 nanan dikirin ew jî têr nake. Dibêjin krîz tune lê ka bila bên vir bibînin.”   ‘Em nizanin ku em ê çi bikin’   Nerîman Ozturk jî anî ziman ku ew bi maeşa teqawîtbûnê debara xwe dikin û bandora krîzê wiha vegot: “Pereyê îro ez xerc dikim, berê ez dikaribûm pê sê caran biçim bazarê. Her tişt biha bûye. Firingî bûye 10 TL. Em negirin nabe. Zarokên min piştgiriyê didin min an jî ez nikarim debara xwe bikim. Zem hatiye sotemeniyê jî. Em nizanin çi bikin.”   Salîha Aksoy jî got ew bi pereyê teqawîtbûnê li sê neviyên xwe dinêre û got ew êdî nikarin her tiştekî bikirin û got: “Ji xwe goştê sor êdî em qet nikarin bikirin. Em ne welatiyên dewlemendin ku em bigirin. Butçeya me têrî çi bike em wê dikarin bigirin.”   https://www.youtube.com/watch?v=XtKzfgFeC3w&feature=youtu.be