Malbat bi fikarin: Lêçûn wan bêzar dikin 2018-10-01 09:10:53   STENBOL- Hemû tişt ji ber zêdebûna dolar ji sedî 50 buha bûne û bi vebûna dibistanan re jî malbat ketin zehmetiyê. Malbat diyar dikin ku ew nikarin alavên zarokên xwe yên dibistanê êdî bistînin.   Piştî dolar zêde bû di alavên kirtasiyê de jî ji sedî 40-50  buha bûne. Lênûsk, cureyên boyaxê, çente û pênûs pir zêde bûne. Beriya buhabûn bê kirin kaxiza A4 ya 40 rupel 2 TL bû û niha 3 TL ye. Pênûsa 1 TL bû niha 1 û nîve. Çente ji 30 TL’yî derket 50 TL’yî.   Xwediya Kirtasiyê Handan Koç destnîşan kir ku alavên kirtasiyê di esasê de 2 sal berê de bûha bûne û wiha got: “Ewil her tiştê ji Asyayê dihat zem lê hat kirin.Yanî ne tenê Çîn, Japonya û Kore jî têde ne. Koma Penterl û markayên Pîlot jî berhemên Japon e. Koteya gumrukê hat van markayan. Agahiya me ji vê tunebû. Sibehekê carekê de ji sedî 30 zem hat.Bi zêdebûna dolar re zem zêdetir bû.”   Handanê her wiha daxuyakirin ku yê herî zêde buha bûye alavên kaxiz û bihayê kaxiza fotokopiyê li gorî salên borî 4 kat zêde bûye û got pakêta kaxiza fotokopiyê bûye 22 TL ye.   Ayşe Nalbant jî diyar kir ku ji ber berhem pir bihaye nikarin lêçûna zarokên xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nikarin lêçûna zarokên xwe peyda bikin. Zarokê min 7 saliye diçe pola 1’emîn. Tiştên dibistanê xwestine min nekirî. Min cil û berg kirîn. Hîna çente, pênûs lênûsk maye. Niha jî dibistan pere dixwaze. Lê ez nikarim bikim. Em xizanin nikarin bikirin. Min 200 TL pere xerc kir. Hîna gelek kêmasî jî mane.”   ‘Divê çareseriyek hebe’   Papatya Akkuyon jî ku zarokên wê yên 13 û 6 salî hene ji buhabûnê bi gazinc e û bi lêv kir ku piştî dolar zêde bûye şûnde nikarin dan û standina market û bazarê bike û got piştî dibistan vebûne jî gelek zehmetiyan dikşîne. Papatyayê her wiha daxuyand ku li zarokek xwe 250 TL û ji zarokek xwe ya din re jî 250 TL xerc kiriye lê hîna gelek kêmasiyên wan hene û daxwaz kir ku ev demildest çareser bibe.   Pakîze Bayar jî ku hevjînê wê naxebite û ew jî karê rojane yê paqijiyê dike wiha got: “Min onlukê kurê xwe girt. Yê zarokê mezin min nikarî bigirim. Çenteyê keça min şewitî. Ez nikarim yê nû bikirim. Çenteyek 70-80 TL ye. Rojana min jî 30-40 TL ye. Ev mehê 4 doran dikarim bixebitim. Wekê din kar tune.”   ‘3 Zarok dixwinin min yê yekî tenê kirî’   Hatîce Erol jî ku dayika 4 zarokane bi lêv kir ku 3 zarokên wê diçin dibistanê û got ew nikarin lêçûna hemûyan bike, ya zarokekî tenê 500 TL ye. Hatîceyê daxuyakirin ku cil û bergên wan girtine lê hîna alavên kirtasiyê negirtine.