Mamostetiya bi peyman, bi heqrojê û bê ewle ber bi întîxarê ve dibe 2018-09-30 09:04:45   AMED - Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen'a Amedê Hatîce Efe diyar kir ku mamosteyên nayên tayînkirin serî li mamostetiya bi heqrojê didin û di 5 salên dawî de 52 mamosteyên nehatine tayînkirin, întîxar kirine.   Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe detstnîşan kir ku di perwerdehiyê de hişmendiya ‘koletiyê’ bi mamostiya bi peyman û bi hqrojê berdewam dike.   Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku sala nû ya perwerdê bi gelek pirsgirêkan dest pê kiriye û wezareta perwerdehiyê tu tedbîrek baş negirtiye û got: “ Mînak pisgirêkên salên borî yên mamsotetiya bi heqrojê, bi peyman, naveroka mufretdatê, naveroka pirtûkên dersan hîna didomin. Pisgirêkên mamosteyan didomin. Ji bo mamosteyan pisgirêka herî mezin ewlehiya kar e. Pirsgirêka mamostetiya bi heqrojê hîna çareser nebûye niha jî hevalên me wek mamosteyên bi peyman tên xebitandin.”   ‘Fikar û tirsa windakirina kar diafirîne’   Hatîceyê destnîşan kir ku mamosteyên bi peyman mafên wan yê tayînkirinê tune û cihê diçe jî neçar dimîne 6 salan bimîne û got: “4 salan jî kadroyê nadinê. Peyman yek alî dikare bê feshkirin. Dema peyman nû derket ji aliyê walî ve dikarî bihata fesihkirin. Lê di encama rayeyên me de ev raye dan wezaretê. Mamosteyên bi peyman û bi pere dixebitin bi fikar dijîn.”   Hatîceyê balkişand ser pirsgirêkên ku mamosteyên bi peyman dijîn û got prîma sîgorteya wan, pereyê dersên wan kêm tê razandin û pereyê zarokan nagirin û bi lêv kir ku ya li mamosteyan tê ferzkirin hişmendiya koletiyê ye.   Hatîceyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa mamosteyên bi heqrojê dixebitin jî xerabtir e. Ew nikarin tu tiştekî bixwazin. Mînak di rojên betlane û fermî de mûçeyê wan nayê dayîn. Dema karne bên belavkirin karê wan diqede. Ev hemû jî pirsgirêkên civakî û psîkolojîk diafirîne.”