‘Çûyîna wan nêz e, wê vê carê ew bên îxrackirin’ 2018-09-29 09:13:43   AMED - Elîf Turan a piştî bi KHK’ê hat îxrackirin şûnde têkoşîna xwe ya kedê didomîne diyar kir ku çûyîna kesên ku ew îxrac kirine nêz e û got vê carê yên ew îxrac kirine wê biçin.   Elîf Turan a di Beşa Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitî bi KHK’ê ji karê wê hat îxrackirin û niha ji bo debara xwe bike mala xwe veguhertiye kargeriyê. Elîf a bi miskeya hinarê û nebatan qada îstîhdama xwe afirandiye, têkoşîna xwe ya kedê jî didomîne.   ‘Me serî netewand’   Elîf a ku 10 salan di şaredariyê de xebitî wiha got: “Em gel ji xwe bi salane rastî zilma dewletê tên. Ev jî pêngava zilmê ya nû ye. Ev jî kirin lê me serî netewand. Lê çûyîna kesên em îxrackirin jî nêz e. Vê carê yên bên îxrackirin ew in.”   ‘Ji ber îxracê serlêdanên min bê encam man’   Elîfê her wiha destnîşan kir ku ji ber hatiye îxrackirin demek dirêj ji bo kar serlêdan kiriye lê tu serlêdanên wê nehatiye qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Me ji cihekî bersivek erênî negirt. Bê encam ma.Yên dîtin em îxrac bûne kar nedan me. Min jî biryar da ez karê xwe ava bikim. Li Rihayê jinan nebat difrotin. Ev hat hişê min û min ji jinên Rihayê nebat girt û anî Amedê. Jinên ku min jê nebat û ava firingiyan digirt, debara xwe bi vê dikin. Min hesabên çapemeniya civakî vekirin. Destpêkê cîranên min, gelek kes pêdiviyên xwe ji min digirin. Divê tu kes hêviya xwe winda neke. Jin gelek xurt in. Dikarin debara xwe bikin.”