Krîzê bandor li tirşiyê jî kir: Salekê wê tirşî nekeve mutbexan 2018-09-27 09:05:26   WAN - Serdema yek ji parçeyên herî girîng ya amadekariya zivistanê ya tirşiyê dest pê kir. Lê ji ber krîza heyî îsal wê tirşî nekeve malan. Canan Durmaz a her sal bi çêkirina tirşiyê debara xwe dike wih agot: “Ji bo tirşiyê çêbikim ji bazarê nikarim sebze bikirim. Wisa biçe ne tirşî em ê nikaribin xwarinek sebze jî çêbikin.”   Canan Durmaz ya li taxa Hacibekir ya Îpekyol a Wanê dijî, tirşiya ku her sal di çarçoveya amadekariya zivistanê de çêdikir, îsal nikare çêbike. Canan a ku hem ji bo xwe û hem jî ji bo firotinê tirşî çêdikir, îsal ji ber krîza aborî nikare tiştekî çêbike. Canan wiha dibêje: “Bihayê sebze pir zêde bûye. Bi israr dibêjin ‘krîza aborî tune ye’.”   ‘Sebzeyê kîlo 1 TL bûbûye 5 TL’   Canan ku her hefte ji bo sebze diçe bazarê wiha dibêje: “Sebzeyê çend meh berê kîloya wê 1-2 TL bû niha 5 TL ye. Her wiha min berê cur bi cur digirt, lê niha ez nikarim du cureyan bikirim.”   ‘Ez pereyê sebze nikarim derxim’   Canan bi firotina tirşiyê li 3 zarokên xwe dinêre û got hevjînê wê jî di înşatan de dixebite lê ji ber sektor sekiniye ew jî naxebite. Cananê wiha berdewam kir: “Ez tirşiya xwe difroşim dukanekê. Pereyê ji wir tê lêçûna mutbexa min e. Tirşiya min hemû organîke. Lê pereyê ji wir tê têrî kirîna sebze nake. Wisa biçe ez îsa çênakim. Divê ev krîz demildest rabe.”