Kafeyek xwe dispêre hilberîn û aboriyê 2018-09-26 09:06:01   STENBOL - Komşu Kafe ya 4 sal berê li Kadikoyê hat vekirin, li dijî çanda bikarhêneriyê, pergalek xwe dispêre hilberînê, jiyana kolektîf û aboriya kolektîf, esas digire.   Li Stenbolê li dijî çanda mezaxtinê cihên alternatîf zêde dibin. Kafeyên Kara Kedî, 26A û Întîal, nîşandana fîlman, nîqaş û xwendina pirtûkan, gotûbêj, parvekirina cil û bergan û pirtûkan pêk tîne. Ev saziyên ku armanc dikin ku piştevaniyê mezin bikin, zêdetir li ser modela aboriya alternatîf pêş dikeve.   ‘Di kafeyan de cih ji nîjadperestiyê re tune ye’   Komşu Kafe ya li Kadikoyê ye 4 sal berê ji aliyê 4-5 kesên ku hevalên hev bûn ve hat vekirin. Di Kolektîfa Komşu Kafeyê de xwarinên vegan û vejetaryan bi piştevaniyê tên çêkirin. Ji Komşu Kafeyê Fatma Yildiz wiha got: “Komşu Kafe wek kafeyek ku hilberîna aboriya alternatîf tê xebitandin. Bihayên xwarinan jî endamên kolektîfê pêşniyar dikin. Di kafeya me de teqez destûr ji nêzîkatiyên nîjadperest û seksîst re nayê dayîn. Zirarê nadin tu zindi yî. Ger tiştekî mirovan aciz bike, em civînan digirin. Em kesên ku nerehetiyan dikin hişyar dikin. Em dibêjin neyên kafeyê. Em di nav xwe de bi hev re çareser dikin. Em wan kesan tevlî nakin.”   ‘Em destkeftiyên xwe bi kolektîfên din re parve dikin’   Fatmayê daxuyakirin ku Kolektîfa Komşu Kafe bi kolektîfên din re jî di piştevaniyê de ye û got: “Di nav van de Kolektîfa Zapatîsta Kafe, Kolektîfa Patronsuz Kazak, Kolektîfa Karaburun Zeytînyagi heye. Em qezenca xwe ji wan re radigîhînin. Ji bilî vê em bernameyên muzîkê, xwendina pirtûkan û nîşandana fîlman jî pêk tînin.”