‘Ji bilî guhertina paradîgmayê wekê din rê tune ye’ 2018-09-24 09:10:22   Habîbe Eren   ENQERE- Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen got AKP berdewamkarê polîtîkayên êrîşkar yên neolîberale û got: “Bertekên kedkaran xwedî potansiyela ku pergalê û AKP’ê biguhere ye. Ji bo ev potansiyel dernekeve holê AKP her tiştî dike.   Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Kedkarên Cemawerî (KESK) Aysun Gezen bertek nîşanê îlegalîzekirina daxwazên jiyanî yên karker û kedkaran da û zextên li hemberî kedkar û karkeran nirxand.   ‘Desthilatdariyek ku polîtîkayên neolîberal pêk tîne ye’   Aysunê wiha got: “Grevên karkeran li pêş pêkanîna biryarên 24’ê Çileyê 1980’an tehdîdek mezin ava dike. Serokê TÎSK’ê yê wê demê Halît Narîn gotibû ‘Heta niha karker kenyan, em giriyan, niha dora ken ya me ye’. Niha jî serokomarekî ku pesnê xwe dide û dibêje niha yek karkerek grevê nake. AKP ya ku berdewamkarê polîtîkayên neolîberale, ev êrîşên xwe bi OHAL’ê re zêde kiriye.”   Aysunê destnîşan kir ku rejîma nû ya xwe ji nûve di esasa hewcedariya neolîberal de bi teşe kir, mafên karker û kedkaran xesp kiriye û ked bê ewlehî hiştiye û teşeyê xebata teşeron bi awayekî cidî zêde kiriye û dewletê tu carî karekerê xwe yê çînê wisa danebû holê.   ‘Ev tercîh encama karekterê çînî ya desthilatdariyê ye’   Aysunê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku AKP’ê bi alavên zehmet xwestiye êrîşê karkeran bike û wiha pê de çû: “Girtina 24 kesî tê wateya ku çavê karkera bitirsînin . Ev tercih di esasê de encamê karekterê çînî yê desthilatdariyê ye. Rejîmek dijwar ya li gorî dema 12’ê îlonê kat bi kat dijwartire hatiye avakirin. Piştî darbeya 12’ê îlonê şûnde ewil êrîşên sendîka û têkokîna rêxistinkirî kirin. SEndîka hatin girtin, yên têkoşîna şoreşger meşandin hatin girtin, îşkencekirin û darvekirin. Lê îro êrîş bi alavên cuda tên meşandin, ji bo rêxistinên ked û pîşeyî, sendîka bê bandor bên hiştin, KHK pêk tên, guherînên mevzuatê pêk tên, di kar de bê ewlehbûn heye, bi mafê xebat û kar tehdî dikin.”    ‘sermayedaran xwest kontrola veterîner hat rakirin û şarbon belav bû’   Aysunê destnîşan kir ku bi heman rêbazan êrîşê berxwedana karkerên Flormar û Cargîl jî kirine û wiha berdewam kir: “Desthilatdariyek ku bi polîtîkayên neolîberal êrîş dike, nikare bibe xwedî vîzyonek din.Ji ber sermayedaran xwest kontora veterîner hat rakirn û sewalên şarbonê anîn welat. Niha krîzek mezin ku gel nikare hewcedariyên xwe yên xwedîbûn, starbûn û veguhestinê pêk bînin tê jiyîn. Her diçe jî kûr dibe. Ev krîz jî encama polîtîkayên AKP’ê ye.”   Aysunê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî krîza aborî ji bo hewcedariyên jiyanî pêk bên divê rêxistinên alternatîf pêk bên û torên piştevaniyê bên afirandin. Aysunê got ew wê ligel kesên heqîqetê diparêzin cih bigirin berxwedana mezin bikin û got ev peywira wan ya herî girînge.