Hunera camê ji bo Bîlgeyê wek terapiyê ye 2018-09-23 09:06:09   STENBOL- Bîlge Yaşar a ji Endezyariya Endustriya Daristanê mezun bûye, di encama lêgerînên xwe de karekî ku kêfê jê digire kîfş dike û ji camê xişir çêdike. Bîlge diyar dike ku ev ji bo wê wek terapiyekê ye û karê ku dike pêşniyarê kesên din jî dike.   Bîlge Yaşar ya bi hunera camê re eleqeder dibe û ji hunera camê xişirên cuda çêdike, pîşeya wê Endezyariya Endustriya Daristanê ye. Bîlge piştî dibistanê diqedîne 8 salan di vê qadê de dixebite.Bîlge ji biçûkatiya xwe de bi seramîkê re eleqeder dibe û bi hevîr re mijûl dibe. Bîlge di sala dawî ya endezariya xwe de dikeve nav lêgerînan û di înternetê de cama germ nas dike. Bîlge diyar dike ku wê bi helîna camê re çêkirina xişir, obje û bîblo hîn kiriye û got 4 mehan çûye qursê û teknîkên wê hîn kiriye. Bîlge di nav demê de alavên xwe berhev dike û maşîneyekê dikire, li mala xwe atolyekê vedike.   ‘Ez tevlî mîhrîcanan bûm’   Bîlge piştre li Kolana Îstîklalê dukanek biçûk vedike û niha li nêzî mizgefta Suleymaniyeyê dukana xwe wek atolye û mexaze bikar tîne. Bîlge wiha dibêje: “Ez tevlî mîhrîcanan bûm. Camên Murano yên îtalyan hene. Camên rengîn yên qirşin. Ji îtalyayê tên. Ez wan bi komî digirin. Rengên cudane. Em wan di navbera 800 û hezar û 200 dereceyî de germ dikin. Ez li vir bi aletên destan teşe didim morîkan. Hinek bi nexş hinek bê nexşin. Piştî morîkan ez îcar wan dikim xişir.”   Bîlgeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku mijara wê ya esas cam e û wiha pê de çû: “Ez ligel camê, çerm, zîv û seramîk jî bikar tînim. Ez xwe dubare nakim û hildiberînim. Ez xişirên taybet çêdikirim. Mînak ‘Ji bo gerdenê koyla dijî’ çêdikim.Em kûlîlkan pres dikin û lê bi giştî hişk nabe. Rengê wan jî zêde naçe. Çarçoveyên me yên bronz hene. Em wan jî bixwe çêdikin. Em kulîlkan li van çarçoveyan bicih dikin. Em serê wan jî bi cama transparan a zelal digirin. Ji ber hewayê nagire her tim zindî dimîne.”   ‘Ez niha xwe azad hîs dikim’   Bîlgeyê got ew ji ber bi hunerê re mijul dibe wek xebatê hîs nake û got aliyê herî xweş yên vî karî jî ev e. Bîlgeyê got : “Carna em 15 saetan dişuxulin lê ez gelek kêfê jê digirim. Ez tema li ber agir rudinim, hemû westandina min diçe. Ez bi kêfek mezin dixebitim.Ez niha xwe azad hîs dikim. Min ev piştr fêm kir. Kesên dixwazin bi hunera camê re eleqeder bibin divê ji dil bixwazin û di vê mijarê de lêkolînê bikin.”