'Xweza bi ked û vîna jinê xweş dibe' 2018-09-23 09:02:18   Rûken Goman   DÊRIK - Jinên kedkar ên Meştela Jîn a li bajarê Dêrikê di derbarê xebatên ku dikin de anîn ziman ku ew bi xebatên xwe yên çandiniyê hem tenduristiya civakê hem jî xwezayê diparêzin û gotin:"Xweza bi ked û vîna jinê xweş dibe."   Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan di her qadên xebatan de cihê xwe girtin. Gelek qadên ji bo jin bixebitin û aboriya xwe geş bikin hatin vekirin. Yek ji van cihên hat vekirin Meştel Jîn a ji aliyê Dibistana Jinê ya Girêdayî Şaredariya Dêrikê hatiye vekirine. Jinên Meştela Jîn ên ku bi karê çandiyê mijûl dibin gotin:"Em gelek kêfxweş in ku em ji bo civak û welatê xwe kedê didin."   Endama Rêveberiya Meştela Jînê Rama Berekat diyar kir ku jin di karê çandiniyê de gelek jêhatî ne û got:"Jin di xwezaya xwe de gelek afirîner in. Niha jî di qada çandiniyê de jin afirîneriya xwe derdixin holê û aboriya xwe geş dikin. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin jinan ku di warê aborî û xebatê de xwe pêş bixin."   'Jin ji erd û xwezayê hez dikin'   Jina Ereb a kedkar a bi navê Celîla Mohemed got:"Em pembû, fêkî, dar diçînin û dema em vê yekê dikin jî em gelek kêfxweş dibin. Çimkî em dizanin ku bi hewldana me civak jî pêş dikeve. Jin ji ber ku ji erd û xwezayê hez dikin loma gelek jêhatî ne. Em ê heta dawî bixebitin û li ser piyên xwe bisekinin."   'Em dermanên kîmyewî bi kar nînin'   Celîlayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku em çandiyê dikin em dermanên kîmyewî bi kar nînin. Ev yek ji bo tenduristiya mirovan û xwezayê baştir e. Armanca me ew e ku em xizmeta civakê û xwezayê bikin. Çimkî xweza bi ked û vîna jinê xweş dibe. Em gelek kêfxweş in ku em ji bo civak, xweza û welatê xwe kedê didin."