Neynika krîzê bazarên taxê: Lêçûna balafiran wê li me bê barkirin 2018-09-20 10:07:17   ÎZMÎR- Bandora krîza aborî herî zêde li bazarên ku gel zêde tercîh dikin, tê dîtin. Jinên ku hewl didin bi nîv kîlo sebze malbatên jî 5-6 kesî pêk tên xwedî bikin dibêjin: “Fatureya krîzê li me tê birîn.”   Piştî TL li hember dolar û Euro winda kir, fatura krîza aborî jî gelê kedkar dide. sebze û goştê dikeve mutbexan jî kêm bû. Gel diyar dike ku ji ber polîtîkayên şaş, welat hatiye vê astê û banga çareseriyê kirin.   ‘Krîz wê zivistanê zêdetir bê hîskirin’   Gulsum Cevren ku li Bazara Gel a Îzmîrê ev 20 sale cil û bergên zarokan difroşe got: “Ev 4 sale karê me nabe. Ji ber ku hilberîner bi dolar kumaş digirin, dolar jî zêde bûye, êdî kes nikare tiştekî bikire. Kiryarên me yên bi salan hene. Kiryarên me yên 20 salen. Em bi saya wan li ser piyan e. Krîza aborî wê di berhemên zivistanê de xwe zêde bide hîskirin. Kara me kêm bûye. Karê me yê berê nemaye.”   Jina bi navê Zelîha Akbulut jî ku bi salane esnafiyê dike wiha got: “Fatura krîzê li xizanan tê birîn. Berhemê du meh berê me bi 10 TL difrot niha 15 TL ye. Kiryar buh dipirsin lê nagirin. Welatî di rewşek zehmet de ne. Min gelek kiryar winda kirine. Em li vir pereyê cih didin.”   ‘Em bi erebokê dihatin lê niha em poşetan bi destan dibin’   Jinek ku nexwest navê xwe bide jî diyar kir ku ew bi pereyê teqawîtbûnê debara 5 nifûsî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min 80 TL anî lê em beyî tiştekî bigirin diçin malê. Em hewl didin îdare bikin.” Jinek din jî wiha got: “Li şûna kîloyekê em nîv kîlo digirin. Em berê bi erebokê dihatin lê niha em vala tên. Ji ber em kêm tiştan dikirin. Ji ber krîzê min îsal ji bo zivistanê jî tiştek çênekiriye.”   ‘Min dolar nedîtye ku ez hûr bikim’   Li bazara Tîreyê jî rewş naguhere. Hem gundiyan û hem jî kiryaran diyar kir ku krîzê bandor li ser xizanan kiriye. Jina bin vê Eyşe Hacelî ku zebeş ji gund aniye difroşe ev tişt vegot: “Em nikarin mazotê ji traktorê re bigirin. Êmê herî xerab yê sewalan 70 TL ye. Em nikarin bikirin. Pereyê ceyranê 3 hezar TL ye. Min dolar nedîtiye ku ez hûr bikim. Şîrketên dolarê wan hene bila hûr bikin.”   Jinek din jî bertek nîşanê krîzê da û got sedema krîzê şer e û got: “Pereyê wan balafirên radibin ji ku dertên?   Wê pereyê şer bidin û wê li me hemûyan bê barkirin.”