Jin bi rêya kooperatîfan aboriya xwe geş dikin 2018-09-20 09:05:15   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê bi riya koompiratîfan  Abroiya xwe geş dikin û bi rihê jiyana komunal bi hev dixebitin.   Koomperatîfa Destkar ji aliyê Desteya Aboriya Xweser ya bajarê Heaekê ve hatiye vekirin. Lê vê kooperatîfê de  10 jin cih digirin. Hejmara van jinan ji jinên kurd û ereb pêk tê. Jinên ji karê xwe yê li  kooperatîfê hez dikin,  têkldarî karê xwe  agahî dan.     'Koomperatîf hezkirin û wekheviyê ava dike'    Rêvbera  Koomperatîfê Şanê Îsmayîl  diyar kir ku bi riya koopmperatîfan mirov ji ezeziyê xelas dibin û got; " Koomperatîfvanî pir xweşe, bi rih û hezkirin em bi hev re kar dikin. Di koomperatîfam de komîte hene, komîteya kirînê, çêkirinê û firotinê. Em  selçeya îsotan, penêr ,zeytûn, recela tirî, kundir û miloxiyê çêdkin û difroşin."   'Werin em bi hev re kar bikin'   Şanê bal kişand ser xebata jinan a di koperatîfan de û wiha dirêjî da axaftina xwe; " Ez dixwazin jin tevlî karê komperatîfan bibin. Ji bo ku em civakeke xwedî exlap û polîtîk û dûrî ezeziyê ava bikin. Divê ku em bikaribin bi rêya kooperatîfan çanda baviksalarî ji civaka xwe rakin û civakeke li ser wekheviya jin û mêr ava bikin."   'Kooperatîfvanî çandeke xweş e'    Jina bi nav Şêrîn Ehmed ku ew jî ji Helebê ye û li heman kooperatîfê dixebite jî diyar kir ku çanda koomperatîfan çandek pîroz e û wiha domand; " Ez ji Helebê hatime.  Despêkê min kesek nas nedikir ,rewşa min ya aborî pir lewaze û zarokên min jî hebûn. Lê piştî ku tevli vê  koomperatîfê bûm û rewşa min a aborî baş be û ji karê xwe jî gelek hez dikim.  Hilberîna bi destan pir xweş û paqij e, dema me dest bi kar kir û cîran jî alîkariya me kir me dît ku di navbera hilberîna bi destan û ya makîneyan de feqeke mezin heye. armanca me ew e ku jin koomperatîfan geş bikin û çanda ezeziyê ji holê rabikin."   'Em ê karê xwe berfireh bikin û firoşgehekê vebikin '   Jina bi navê Fatma Ebid Ezîz jî  wiha axivî " Ez ji  Helebê me. Ji ber ewlehiyê min berê xwe da Hesekê.  Ez pir kêfxweş bûm ku min cihê xwe di koomperatîfê de girt.  Em hemû bi rehê hevaltiyê tevdigerin û em ê wekî jin karê xwe berfirehtir bikin û di dema pêş de em ê firoşgehekê jî vekin.  Di koomperatîfa destkar de her kes ji bo yek û yek ji bo her kesî kar dike. "