Modela hilberîna alternatîf a li hember pergala heyî: Kooperatîf 2018-09-17 10:27:03   ÎZMÎR-Kooperatîfên wek alternatîf yên li hemberî polîtîkayên endustrî û neolîberal yên hilberîna jinê tune dikin, piştevaniya jinê xurt dikin.   Bi polîtîkayên neolîberal re di hilberînê de şîrketbûn zêde bûye û ev jî teşeyên hilberîna kevneşopî tune dike. Ji 1980’ê heta niha li Tirkiyeyê kooperatîfbûn bi lez tên girtin û ji vê rewşê jî herî zêde jinan zirar dîtiye. Selma Degîrmencî ya di qada kooperatîfên hilberînê de pispore, Ozlem Işil ya di qada kooperatîfên bikarhêneriyê de pispore û Îrem Soysal ya di pêvajoyên pratîka kooperatîfên jinan yên Stenbolê de cih digire, der barê kooperatîfiyê de nirxandin kirin.   ‘Kooperatîf çawa xwe rêxistin dikin, girîng e’   Ozlemê diyar kir ku di xurekên paqij, adîlena û baş kooperatîfbûn pir girîng e û wiha got: “Kooperatîfbûna yekane navnîşan nîn e. Her wiha çawa xwe rêxistin dike jî girîng e. Kooperatîfbûn beyî navbeynkar, bikarhêner û hilberîner tîne cem hev. Bi saya vê berhem bi bihayek normal tên firotin.”   ‘Di navbera kooperatîfan de dikare piştevanî pêk bê’   Ozlemê destnîşan kir ku kooperatîfên cuda dikarin bi hev re bikevin piştevaniyê û ev tişt bi lêv kir: “Hun girêdayê mevuzatek qanûnî dimînin lê ev hiqûqa we ya hundir diyar nake. Ew bixwe, modela kooperatîfan, her wiha nirxa wê dikare çawa bê parvekirin, diyar dikin. Bi dînamîkên xwe yên herêmî pêvajoyên xwe diyar dikin û bi vê modela kooperatîfê dikarin ava bikin.”   Selma jî li ser modelên rêxistinkirina kooperatîfan sekinî û got kesên li ser vê mijarê dixebitin jî bi rêgezên çandiniya ekolojîk û rêgezên hilberîna kolektîf derkevin rê wê di veguhertina kooperatîfan de bi bandor bin.   ‘Yên hildiberînin û bikartînin li hember hev biyanî nabin’   Îrem ya li ser torên xureka alternatîf dixebite jî diyar kir ku ji bo bixwebawerbûna jinan ava bibe, di alî aborî de xurt bibin û modelên hilberînan ji bîr nekin, kooperatîf girîng in. Îremê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji her malbatê jin ji ava firingiyan bigirin heta rûnê zeytûnan tevlî pêvajoya hilberîna kolektîf dibin. Bi vê re pêşî li biyanîbîbûna ked, hilberîn û bikarhêner digire. Dem dema ku em li hember vê pergala heyî bisekinin e. Ji ber hun nizanin kî vî rûnî hildiberîne, em nizanin ev xurek ji kut ê.  Bi taybet ji  jinan kirîn jî girîng e. Li ser kavanozê navê wan dinivîse. Dema mirov zanibe Perîhanê ew rûn çêkiriye, wê demê dilopek wê nayê îsrafkirin.”