KESK: Dê hêrsa dayikan faşîzmê têk bibe 2018-09-14 15:23:20   STENBOL - Berdevka Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê Zelîha Baksî, diyar kir ku Dayikên Şemiyê rûmeta mirovahiyê ne û got: "Em ê tim li cem têkoşîna wan a mafdar û rewa bin."    Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Stenbolê, ji bo destekê bidin Dayikên Şemiyê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de pankarta li ser "Faşîzma 12'ê Îlonê didome. Lêgerîna me û têkoşîna me ya ji bo edaletê mezin dibe" nivîsandî hat daliqandin. Di civînê de berdevka platformê Zelîha Baksî axivî.     Zelîhayê, diyar kir ku dê Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê di hefetay 703'yemîn a çalakiyê de destekê bidin Dayikên Şemiyê. Baksî, destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê rûmeta mirovahiyê ne û got: "Dayikên Şemiyê ji 27'ê Gulana 1995'an ve tevî hemû astengî û qedexekirinên dewletê jî çalakiya xwe dewam kirin û ev lêgerîna heqîqetê û edaletê ye. Heta ku ev hêrsa bêdeng a Dayikên Şemiyê bidome, dê ev pergal qet paqij nebe."    Zelîhayê, diyar kir ku ew hîn jî bi feraseta ku ji dayikên dilşewat re dibê "terorîst" û ji 12'ê Îlonê ve didome re rû bi rû ne û got: "Wek KESK'ê em ê van gotinan tu carî ji bîr nekin. Çimkî 'jibîrkirin îxanet e.' EV paşverûtiya ku bi faşîzma 12'ê Îlonê re bûye yek dixwaze çalakiya rewa û aştiyane ya Dayikên Şemiyê bitepisîne."     Zelîhayê, bilêv kir ku îktîdara AKP'ê soza ku ji bo Dayikên Şemiyê da bi cih neanî û bi vê yekê re careke din durûtiya xwe nîşan daye û got: "Rejîma qesrê ku welat veguherandiye dojehê, ji ber ku rojeva ji bo berjewendiyên xwe diyar kiriye di bin siha çalakiya Dayikên Şemiyê de dimîne, naxwaze ev yek hebû û li hesabê wê nayê. Sedemeke vê zorbetiyê jî ev e. Lê taliyê dê hêrsa dayikan vê faşîzmê têk bibe."    Zelîhayê got: "Dê KESK tim li cem têkoşîna rewa û mafdar a Dayikên Şemiyê be."