Çanda gundewariyê ji aliyê jinan tê parastin 2018-09-09 09:06:09   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nav hewldana parastina çanda xwe de ne. Jina Kurd Îlham Silêman diyar dike ku ew bi xwedîkirina ajalên wekî bizin û mîhan hem debara xwe dike, hem ji bo tenduristiyê berhemên organîk ava dike, hem jî çanda gundewariyê diparêze.    Jina bi navê Îlham Silêman ku ji Gundê Dişîşaya Til Temirê ye û ev 6 sali in ku ajalan xwedî dike got:"Ez dema ku berhemên organîk ên wekî penêr, mast, rûnê nîvhişk, toraq ava dikim ez gelekî xwe bextewar hês dikim. Ji ber ku tenduristiya mirovan ji bo min girîng e."   'Ez wekî çavên xwe li wan dinêrim'   Îlhamê da zanîn ku ew wekî çavên xwe li ajalên xwe dinêre û got:"Ez sûdek mezin ji xwedîkirina ajalan digirim. Bi vê yekê ez hem çanda gundewariyê didomînim û di heman demê de jî ez berhemên organîk ava dikim û ji bo tenduristiya mirovan ev tiştekî baş e. Di heman demê de ez bi firotina berhemên ajalan debara xwe jî dikim. Jin hemû xwedî ked û hêzek pîroz in. Divê jin hemû hewl bidin ku çanda xwe biparêzin."   'Çanda gundewar bingeha çanda bajaran ava dike'   Îlhamê da zanîn ku çanda gundewar bingeha çanda bajaran ava dike û divê hemû kes li çanda gundewar xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez dema ku berhemên organîk ên wekî penêr, mast, rûnê nîvhişk, toraq ava dikim ez gelekî xwe bextewar hês dikim. Ji ber ku tenduristiya mirovan ji bo min girîng e. Hem ji bo parastina xwezayê, hem ji bo parastina çanda mirovan û tenduristiyê xwedîderketina çanda gundewar gelek girîng e. Ji ber ku jin kirdeya diyarde ya civakê ye, divê di destpêkê de jin li çanda xwe xwedî derkevin."