Selma Gurkan: Li mutbex, sûk û bazarê agir heye 2018-09-08 09:13:56   ENQERE - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku hikûmet rewşa krîza ku ketiye nav, bi çi vebêje bila bêje, di piyasa, mutbex, sûk, bazar û di qadên jiyan û xebatê yên karker û kedkaran de şewatek heye û heta têkoşîn tunebe wê rewş jî sererast nebe.   Li hember Dolar û Euro lîrayê Tirk her tim dikeve û bi kûrbûna krîza aborî re xizanî jî zêde bûye. Ji bo gaza xwezayî, ceyran û gelek hilberînên din jî zem hatiye.   Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan derbarê krîza aborî de nirxandin kir û diyar kir ku fatura krîzê wê karker û kedkar bidin.   ‘Berpirsê sereke yê krîzê desthilatdarî ye’   Selmayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi awayekî hêsan ji vê krîzê derketin ne pêkan e û krîzên aborî pirsgirêka pergala kapîtalîst e û wiha got: “Polîtîkayên ku desthilatdariyên siyasî pêk tînin jî dibin sedema krîzê. Ji ber vê AKP û Tayyîp Erdogan çiqas bêjin lîstika hêzên derve ye jî, berpirsê wê ew in. Berpirsê polîtîkayên ku welat aniye vê astê desthilatdariya AKP’ê ye. Wê krîz li hemû jiyanê belav bibe. AKP wê şertên krîzê veguhere derfetê û li riyên ku karê bike bigere. Di her dema krîzê de pergal faturê li karker û kedkaran dibire.”   ‘Li mutbex, sûk û bazarê agir heye’   Selmayê ev tişt anî ziman: “Hikûmet bi kîjan hincetê krîzê vebêje bila bêje li sûk, mutbex, piyasa, bazar û qadên jiyan û xebatê agir heye. Heta têkoşîn tunebe wê ev jî çareser nebe. Nîşaneya krîzê pir caran zemên ku tên kirinê ne. Ligel zemên tên kirin, bacên zêde dibin, ji kar derxistin, destûrên bê pere, pêkanîna hukmên TÎS’ê jî vê nîşan didin.”   Her wiha Selmayê destnîşan kir ku di kargeriyên biçûk de jî wê îflas û girtin zêde bibin, ji tenduristiyê bigirin heta perwerdeyê, xebatkarên cemawerî û teqawît wê maeşên wan kêm bibin.   ‘Bila kes ji gel fedekariyê nepê’   Selmayê bi lêv kir ku berpirsê krîzê ne gel e û ji ber vê jî gel ne mecbûr e ku fatureya krîzê bide, bila kes ji gel fedakariyê nepê. Selmayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku nav û çareseriya pirsgirêkê zelal e û ji bo krîz bi dawî bibe têkoşînek hevpar lazim e.