'Li dijî zewaca di temenê biçûk de têbikoşin' 2018-09-08 09:03:45   Şêrîn Zêrevan/Delal Cemîl   TIRBESPIYÊ - Jina bi navê Bekra Hisên a ku di 14 saliya xwe de hat zewicandin niha li dijî zehmetiyên zewaca di temenê biçûk de têdikoşe û bi keda destên xwe debara xwe dike û dibêje:"Zarokên xwe bidin xwendin û li dijî zewaca di temenê biçûk de têbikoşin. Çimkî zewaca di temenê biçûk de jinê di nava çar dîwaran de asê dihêle û nahêle ku azad bijî."   Bekra Hisên a 60 salî ye û ji Gundê Girê Pirê yê Tirpespiyê ye xwediyê 9 zarokî ye. Bekraya ku di temenê 14 salî de hatiye zewicandin niha bi keda destên xwe têkoşîna jiyanê dide. Bekrayê dema ku behsa zehmetiyên ku ji ber zewaca di temênê biçûk de dike, bêhnek kûr dikişîne û dibêje:" Ji ber ku ez di temenê biçûk de hatim zewicandin min gelek zehmetî kişand. Ez naxwazin kesekî din di temenê biçûk de bê zewicandin û ji mafên xwe yên rewa bêpar bimînin. Divê em hemû jin di nava piştevaniyek xurt de bin û li dijî zewaca di temenê biçûk de têbikoşin."   'Ez bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî dikim'   Bekra Hisên bi lêv kir ku ew bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî dike û wiha got:"Ji ber ku ez di temenê biçûk de zewicîm gelek tiştên ku min dixwest ez bikim min nikaribû bikira. Niha 6 law û 3 keçên min hene. Heta niha tenê ji bo wan ez têkoşiyam. Ji bo wan ez her xebitîm. Min mala xwe bi destên xwe çê kir. Ez tenûrên nên çê dikim. Ez karê neqişan û tenteneyan jî dikim. Kum, gore, çente çê dikim û difiroşim. Min gelek şûjde jî çê kir û min belav kir. Tevî zarokên xwe ez li keda xwe xwedî derdikevim û li ser piyan dimînim."   Ligel behreya destên xwe ajalan jî xwedî dike   Bekayê di heman demê de ligel behreya destên xwe ajalan jî xwedî dike û dibêje:"Ez mîh, çêlek, mirîşk û kevokan jî xwedî dikim. Ji şîrên çêlek û mîhan mast û pênîr çê dikim û difiroşim. Ji ber ku bi destên xwe çê dikim ji bo tenduristiyê jî baş e. Ez rojê 10 kîs ka û pûş li ser pişta xwe dikim û tînim ji bo ajalan. Ez gelek diwestim lê ez kêfxweş im ku ez destên xwe li ber kesî venakim û debara xwe dikim."   'Zarokên xwe bidin xwendin û li dijî zewaca di temenê biçûk de têbikoşin'    Bekayê herî dawî bang li hemû jinan kir û got:"Daxwaza min ji hemû jinan ew e ku di nava piştevaniyê de bin û xwedî li keda hevdu derkevin. Zarokên xwe bidin xwendin û li dijî zewaca di temenê biçûk de têbikoşin. Çimkî zewaca di temenê biçûk de jinê di nava çar dîwaran de asê dihêle û nahêle ku azad bijî. Ji ber ku ez di temenê biçûk de hatim zewicandin min gelek zehmetî kişand. Ez naxwazin kesekî din di temenê biçûk de bê zewicandin û ji mafên xwe bêpar bimînin. Divê em hemû jin di nava piştevaniyek xurt de bin û li dijî zewaca di temenê biçûk de têbikoşin."