Ji bo li ser piyan bisekine li ber xwe dide 2018-09-08 09:01:55   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jina bi navê Zeyneb Ebdu Elrehman a ku 58 rojî li Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ber xwe da û niha li Kantona Şehbayê bi cih bûye got:"Bi keda destên xwe ez niha têkoşîna jiyanê didim. Li dijî zilm û zordestiya dagirkeran dê tekoşîna min a jiyanê bidome."    Dewleta tirk û komên girêdayî wê piştî ku êrîşî Efrînê kir şûnde bi hezaran mirov hatin qetilkirin û koçberkirin. Jina bi navê Zeyneb Ebdu Elrehman a 53 salî ku ji ber êrîşan niha li Kantona Şehbayê bi cih bûye û dayika 7 zarokan e niha bi karê dirûtinê hewl dide ku debara xwe bike û li ser piyên xwe bisekine. Daxwaza Zeynebê ya sereke ew e ku dîsa vegere Efrînê.   Zeynebê wiha behsa çîroka xwe dike:"Zarokatiya min li bajarê Humusê derbas bû. Ez di temenê xwe yê 20 salî de zewicîm. Dema ku aloziya li Sûriyeyê dest pê kir ez tevî malbata xwe derbasî Tebqayê bûm. Hevjînê min li Reqayê jiyana xwe ji dest da. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da şûnde ez mecbûr mam ku tenê li zarokên xwe xwedî derkevim û debara mala xwe bikim. Min dest bi karê dirûtinê kir. Bi keda destên xwe min hewl da ku bêyî destên xwe li ber kesî vekim, li ser lingên xwe bisekinim."   Ji ber zilma çeteyan berê xwe da Efrînê   Zeynebê wiha berdewamiya çîroka xwe anî:"Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê bi hovdariyek mezin êrîşî Tebqayê kir şûnde ji bo ewlehiyê em derbasî Efrînê bûn. Li Efrînê jiyanek aram me derbas dikir. Şervanen YPG û YPJ'ê alîkariya me dikirin û di warê ewlehiyê de me diparastin. Jiyanek me ya aram û ewle hebû. Min di nava komînan de dest bi kar kir û min jiyana xwe didomand. Lê piştî  ku dewleta tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde zarok, jin, yên temenbilind hatin qetilkirin. Her roj bombe bi ser me de dibarandin. Derûniya zarokên min ji ber êrîşên wan gelekî xirab bûbû. Piştî êrîşan ji bo ewlehiya zarokên xwe em derbasî Navçeya Ehedesê ya Şehbayê bûn. Dawiyê min dîsa dest bi dirûtinê kir da ku ez debara xwe bikim û zarokên xwe xwedî bikim."   'Têkoşîna me ya li dijî dagirkeran dê bidome'   Zeynebê da zanîn ku ew ê ji bo zarokên xwe her di nava têkoşînê de be û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi keda destên xwe ez niha têkoşîna jiyanê didim. Li dijî zilm û zordestiya dagirkeran dê tekoşîna min a jiyanê bidome. Têkoşîna me ya li dijî dagirkeran dê bidome. Rêxistinên mafên mirovan jî divê erka xwe bi cih bînin û dengê gelê Efrînê bibihîsin. Hemû cîhan divê li dijî gelê Efrînê yên bi êrîşên hovane rû bi rû man, hestiyar tev bigerin."