ÎSÎG: Di tebaxê de herî kêm 180 karker mirin 2018-09-06 13:44:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), diyar kir ku di meha tebaxê de 180 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê da zanîn ku Nobeta Edalet û Wîjdan a ku ji 2012'an de li Qada Galatasarayê her şemî serê mehê pêk tînin di meha 75'an de hat qedexekirin.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), rapora tebaxê aşkere kirin û diyar kir ku di meha tebaxê de 180 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê da zanîn ku Nobeta Edalet û Wîcdan a Malbatên Karkerên ku li Edaletê Digerin a ji 2012'an de her şemî serê mehê li Qada Galatasarayê pêk tînin, di meha 75'an de hatiye qedexekirin. Meclîsê da zanîn ku qedexeya çalaiyê li dijî tenduristiya karkeran û ewlehiya kar e û wiha got: "Meclîsa karkeran di qada tenduristiya karkeran û berjewendiya çîna karkeran de tora rêxistinbûnê ye. Biryara der barê çalakiyê de, êrîşa li dijî têkoşîna karkeran e. Malbatên Karkerên ku li Edaletê digerin dê di 7'ê Cotmehê Nobeta Edalet û Wîcdan a 76'emin de roja şemiyê li Qada Galatasarayê berdewam bikin.    Meclîsê bal kişand ser raporê û da zanîn ku di texabê de herî kêm 180 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Mecvlîsa da zanîn ku li gorî agahiyên nû gihiştine destê wan di çile de 144, di sibatê de 128, di adarê de 129, di nîsanê de 189, di gulanê de 169, di Heziranê de 151, di tîrmehê de 200 û di tebaxê de ji 180 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gori meclîsê, di 8 mehên dawi de 1290 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.