'Parastina kevneşopiyê parastina nasnameyê ye' 2018-09-03 09:05:53   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Jina bi navê Werda Hewas ji xwezayê hêzê digire û soza berdewamiya kevneşopiya xwe ya Kurdewar dide û dibêje:"Parastina kevneşopiyê parastina nasnameyê ye."   Jina afirîner Werda Hewas a 52 salî, dayika 8 zarokan û ji Gundê Ebû Tîna yê Til Temirê ye bi destên xwe tenûran çê dike û bi vî rengî hem debara xwe dike hem jî kevneşopiya xwe diparêze. Werdayê dibêje:"Ez bi xwêdana eniya xwe hem debara xwe dikim hem kevneşopiya xwe diparêzim. Ez ê heta dawiya temenê xwe ji bo kevneşopiya xwe xizmetê bikim."   Werdayê da zanîn ku ev 20 sal e ew tenûran çê dike û got:"Ez vî karê çêkirina tenûran ji dayika xwe hîn bûm. Niha yên gund hemû tenûran ji min dikirin. Ez bi ked û hezkirinek mezin tenûran çê dikim. Mirovên li bajaran dimînin wekî gundiyan li çand û kevneşopiya xwe xwedî dernakevin. Yên li bajaran bêtir di bin bandora teknîka pêşketî de mane. Çiqas teknîk pêş bikeve jî divê mirov xwedî li çand û kevneşopiya xwe derkevin."   'Kesên ku pereyê wan tunebe ez alîkariya wan jî dikim'   Werdayê bi lêv kir ku kesên pereyê wan tunebe ku tenûran bikirin ew alîkariya wan jî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez tenûrê xw bêtir bi axa sor çê dikim. Çêkirina tenûrekê digihêje 3 rojan.Ez bi xwêdana eniya xwe hem debara xwe dikim hem kevneşopiya xwe diparêzim. Ez ê heta dawiya temenê xwe ji bo kevneşopiya xwe xizmetê bikim. Daxwaza min ew e ku hemû jinên Kurd li kevneşopiya xwe xwedî derkevin. Parastina kevneşopiyê parastina nasnameyê ye."