'Divê jin di her qadê de xwe pêş bixin' 2018-09-03 09:01:49   Şêrîn Zêrevan-Delal Cemîl    TIRBESPIYÊ - Endama Rêveberiya Aboriya Jinê ya Navçeya Tirbespiyê Bûheyîra Brahîm da zanîn ku ji bo civak di warê aboriyê de pêşve biçe wan gelek proje kirine meriyetê û hîn berdewamiya van projeyan dê were û got:"Ji bo civakek aram û serbixwe divê aborî pêş bikeve. Bingeha gelek pêşketinan aborî ava dike. Divê jin di her qadê de xwe pêş bixin."   Endama Rêveberiya Aboriya Jinê ya Navçeya Tirbespiyê Bûheyîra Brahîm anî ziman ku ji bo jin û civak di warê aboriyê ve pêş bikeve Kooperatîf li Tirbespiyê hatine avakirin û got:"Ji bo aborî pêş bikeve, jin û civak li ser piyên xwe bisekinin, me kooperatîf ava kirin. Ji bo aboriya civakê geş bibe xebatên me didomin."   Bûheyîra Brahîm diyar kir ku heta jin di qada aboriyê de pêş nekeve civak pêş nakeve û wiha got:"Ji bo em jinan beşdarî nav qada aboriyê bikin me li gelek gundan civîn li dar xist. Bi saya xebatên me gelek jin di qada aboriyê de rolek çalak girtin ser milê xwe. Me li Gundê Hîlwaya Tirbespiyê firneya nên ava kir. Her wiha me dikana pêwendiyên jinan vekir.  Em ê di demên pêş de jî ji bo vekirina kargeha paqijiyê bixebitin. Ji bo avakirina hinek projeyan em alîkariya peran dide jinan da ku projeyên xwe pêk bînin. Ji bo ku jin destên xwe li ber tu kesî venekin em alîkariya wan dikin. Gelek jinên ku baweriya wan bi wan tunebû bi saya projeya beşdarbûna qada aboriyê, di warê baweriyê de pêş ketin."   'Jin dema ku bixwaze dikare xwe pêş bixe'   Endama Rêveberiya Xeta Gund a Aboriyê Minîfa Cima da zanîn ku jin dema ku bixwaze dikare bi her awayî xwe pêş bixe û wiha got:"Berê baweriya min bi min tunebû. Dema ku ez beşdarî nava xebatên aboriyê bûm, ez hînî gelek tiştî bûm û baweriya min pêş ket. Mêrên der dora me jî di destpêkê de tinazên xwe bi me dikirin û digotin 'hûn ji karê aboriyê fam nakin. Hûn nikarin bi ser bikevin' lê bi saya bîr û baweriya xwe em bi ser ketin. Loma divê jin guh nedin der û dora xwe û heta dawiyê di qada aboriyê de cihê xwe bigirin û têbikoşin."