Têkoşîna ji bo jiyanek azad û serbixwe 2018-08-30 09:14:03   Lîlav Elî    ŞEHBA - Piştî êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne têkoşîna jiyanê didin û li ser piyên xwe disekinin. Jina bi navê Hacer Hesen ku dayika 7 zarokan e bi hêvî û armancek mezin berxwe dide û li dijî desthilatdaran serî natewîne.    Piştî êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne têkoşîna jiyanê didin û li ser piyên xwe disekinin. Jina bi navê Hacer Hesen ku 37 salî ye û dayika 7 zarokan e û ji Gundê Hechesina Navçeya Cindirisê ye û niha li Kampa Berxwedanê bi cih bûye, bi hêvî û armancek mezin têkodikoşe û debara mala xwe dike. Hacera ku tevî zarokên xwe bi meşê diçin heta ser Çiyayê Lêlûnê bi zehmetiyên gelek mezin xwe digihîne Kantona Şehbayê. Hacera ku bi zor û zehmetiyên mezin xwe gihaşt Kantona Şehbayê niha dikanek biçûk li Şehbayê vekiriye û hewl dide ku debara xwe pê bike.    Hacerê da zanîn ku ew di tarîtiya şevê de ji Efrînê derketine û wiha got:"Li Efrînê em bûn şahidên berxwedanek mezin. Gelê Kurd li dijî dewleta tirk û komên girêdayî wî têkoşînek mezin da. Heta dawî li dijî teknîka herî pêşketî li ber xwe da. Dagirkeran bi top û tankên xwe êrîşî me dikirin û gelek sîvîl qetil kirin.  Herî zêde jî ji û zarok di bin bandora vê yekê de diman. Dema ku bi tank û topan û balafiran êrîş dikirin zarokên me gelekî ditirsiyan. Em 3 rojan di jêrzemînan de man. Ji bo ewlehiya canê xwe em di tarîtiya şevê de ji Efrînê derketin. Lê me hêviya xwe winda nekiriye. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em di wê baweriyê de ne ku wê rojekê Efrîn azad bibe û em ê vegerin ser axa xwe."   'Em li berxwe didin'   Hacerê da zanîn ku ew tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez serê sibehê saet di 07.00 de dikana xwe vedikim heta saet dehê şevê. Ez bi vê dikanê debara xwe dikim. Li Kantona Şehbayê pêdiviyên gel ji gelek tiştî heye. Di warê aborî de mirovên li vir pirsgirêkan dijîn. Lê tevî vê yekê li vir hemû kes di nava jiyanek wekhev de dijîn a ku jiyana me hêsantir dike jî ev yek e. Ji bo jiyanek azad û serbixwe em li vir li berxwe didin. Em ê kêfa dijmin li xwe nînin û heta dawî têbikoşin."