'Polîtîkaya îxracê ya qeyûm jinan mexdûr dike' 2018-08-29 09:10:37   WAN- Hanim Erarslan a  ku hevjînê wê yê 18 salan di şaredariyê de dixebitî ji kar hat îxrackirin wiha got: “Tevî ku du sal e hevjînê min wisa bûye em hîna hîn nebûne. Dilê me ne rehet e. Em her tim li ser dirikan e. Ev pêvajo wê heta kengê bidome em nizanin. Lê tevî her tiştî divê em têkoşîna xwe bidomînin.”   Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin ji bo 94 şaredariyên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin û di 11’ê îlona 2016’an de hevşaredar ji peywirê hatin girtin û dest bi tayînkirina qeyûman hat kirin. Jê 35 hevşaredarên jin bi giştî 110 hevşaredar hatin girtin. bi sedan xebatkar hatin îxrackirin.   ‘Hevjînê min bi awayekî kêfî hat îxrackirin’   Hevjînê Hanim Erarslan ku 18 sal bû di şaredariya Ebaxê de xebatkarê bi kadro bû beyî hincet hat îxrackirin. Hanimê bi lêv kir ku ewil 6 mehan ji kar dur xistine û piştre ji kar avêtine û wiha got: “Piştî îxracê em perîşan bûn. Me bi alîkariya xizmên xwe debara xwe kir. Hevjînê min hîna kar nedîtiye. 3 zarokên min hene. Kurekî min nexweşê kîstîk fîbrozîs e. Divê em 2-3 mehan carê bibin Enqereyê. Lêçûna çûyîn û hatinê pir zêde ye.”   ‘Alavên me li kolanê man’   Hanimê bi lêv kir ku piştî hevjînê wê îxrac bûye şûnde ji lojmanan jî hatine derxistin û ev tişt anî ziman: “Beriya nivîsa der barê îxracê de ji me re bê me xaniyê xwe dabû kirê. Alavên me bi mehan li kolanê man. Em bi şev li mala xizmên xwe diman. Piştre xizmên me çûn xaniyekî nû me alavên xwe kirin xaniyê wan. Em bi alîkariyan debara xwe dikin. Em li baxçe hinek tiştan diçînin. Em hewl didin debara xwe bikin.”   ‘Tevî du sal derbas bû em hîn nebûne’   Hanimê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Vê pêvajoyê bandorek neyînî li me kir. Jiyana me serobino bû. psîkolojiya zarokên min xera bû. Ne tiştekî hêsan e. Tevî du sal derbas bû hîna em hîn nebûne. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”