Feryal Saygiligîl: Gelek tiştên em ji hev hîn bibin hene 2018-08-23 09:10:54   STENBOL - Nivîskara pirtûka bi navê ‘Grevek jinê’ Feryal Saygiligîl, bal kişand ser têkoşînên sendîkal û berxwedana Flormarê û wiha got: “Gelek tiştên em ji Greva Novamed û Flormarê hîn bibin hene. Tiştê bê kirin divê em li cem hev cih bigirin. Gelek tiştên em ji hev hîn bibin hene.”   Nivîskara pirtûka ‘Grevek Jinê’ Feryal Saygiligîl diyar kir ku di roja îro de sendîkabûyîn xwedî cihekî girîng e û got sendîkabûn hatina cem hev a karkeran a lêgerîna mafê xwe ne. Feryalê wiha got: “Divê mirov bi karkeran bidin bibîrxistin ku ew kirde ne. Di dema OHAL’ê de gelek kes ji kar hatin avêtin. Di pêvajoyê de feraseta têkoşîna sendîkal qels bû. Kirdeyek kolektîf nehat avakirin. Globalbûna navbera kesan de zêdetir derket holê. Ev rewş jî bi awayekî baş girîngiya feraseta sendîkal vedibêje.”   ‘Sendîkabûna tevgera civakî’   Feryalê bal kişand ser girgîndiya têkoşîna sendîkal û li ser sendîkayeke çawa pê têkoşîn tê dayîn sekinî. Feryalê ev tişt anî ziman: “Sendîkayîbûna Tevgera Civakî rêxistibûna civakî kiriye jiyanê. Tevger ferasetek ku rêxistibûna derbarê jinê de esas digire ye. Derbarê daxwazên jinan de nêzîkatiyek wan heye.”   ‘Pisporên rêxistinbûna jinan şert e’   Feryalê bi lêv kir ku ji bo jin xwe rêxistin bikin pisporên rêxistinbûna jinê pêwist e û di esasa feraseta sendîkal de teqez divê perwerdehiya zayenda civakî cih bigire û got: “Di bin sendîkayê de divê ofîsek jinan bê avakirin. Ji bo kovara jinê teqez divê ji rojnameger, femînîst û hîndekarên bi tecrube piştgirî bê girtin.”   ‘Divê em ligel hev bin’   Feryalê destnîşan kir ku berxwedana 120 karkerên li ber fabrîkaya Flormarê hêviyê dide mirovan û got: “Gelek tiştên em ji Greva Novamed û Flormarê hîn bibin hene. Tiştê bê kirin divê em li cem hev cih bigirin. Gelek tiştên em ji hev hîn bibin hene.”   Feryalê bal kişand ser krîza aborî û got di krîzê de ewil jin mexdûr dibin û ji kar tên derxistin û got divê ew bi hev re şert û mercên ku dikarin bi ser kevin biafirînin.