Bi destên xwe mala xwe ava dike 2018-08-21 09:46:54   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Jina kedkar a bi navê Hiyam Sebirî bi destên xwe mala xwe ava dike û dibêje ku ew ê bi keda xwêdana eniya xwe li ser piyan bimîne.    Jina bi navê Hiyam Sebrî ya ji Gundê Til Necmaya Til Temirê ya ku xwediyê du zarokan e got ku ew ji bo jiyanek aram û bi ewle dixebite û zarokên xwe jî bi kedek mezin xwedî dike.    Hiyam Sebrî da zanîn ku ew xaniyê xwe kelpîçan ava dike û got:"Kelpîç çandek gundê me ya kevnar e. Bi alîkariya hevser û cîranên min ez mala xwe ava dikim. Ez gelekî kêfxweş im ku karê xwe bi destên xwe dikim."   'Malên ku bi kelpîçan çê dibe havînî hênik e zivistanê germ e'   Hiyamê anî ziman ku ew kelpîçên xwe bi destên xwe çê dikin û wiha domand:"Em kelpîçên xwe bi destên xwe çê dikin. Em ka dixin nav axa kelpîçan ku ji bo hev bigire. Dema ku em kelpîçan çê dikin em gelek zehmetiyê dikişînin lê ji ber ku em mala xwe bi destên xwe ava dikin jî em gelekî kêfxweş dibin. Malên ku bi kelpîçan jî çê dibe havînî hênik e zivistanê germ e."   'Bila hemû jin xwedî li keda xwe derkevin û çanda xwe biparêzin'   Hiyamê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em li gund alîkariya hevdû dikin û di nava tevgerek komînal de em dixebitin. Em bi keda xwêdana eniya xwe li ser piyan dimînin. Bila hemû jin xwedî li keda xwe derkevin û çanda xwe biparêzin. Çand û aborî bi keda destên jinê bêtir pêş dikevin."