'Piştî hilbijartinên herêmî wê bi IMF’ê re li hev bikin' 2018-08-17 09:45:59   Habîbe Eren   ENQERE- Aborînas Guneş Gumuş diyar kir ku desthilatdarî ji bo di hilbijartinên herêmî de encamê bigire wê aboriyê zindî bigire û got: “AKP heta hilbijartinên herêmî wê bêje em deyn naxwazin. Lê piştî hilbijartinên herêmî wê bi IMF’ê re li hev bike û ji bo bar bide ser milê xizan û gel wê reçeta bi êş pêk bîne. Di mehên pêşketî de girêdayî îflasên şîrketan wê ji kar derxistin pêk bên.   Aborînas Guneş Gumuş der barê krîza aborî û nîşaneyên aborî yên demên dawî de nirxandin kir. Guneşê destnîşan kir ku AKP’ê şert û mercên aborî ji bo xwe û berjewendiyên sermayeyê alîgirên xwe wêran kirine û pereyê germ bi lez herikiye, ev pere çalî sektora înşatê bûye.   Guneşê destnîşan kir ku AKP dîsa ji bo hesabên xwe yên polîtîk wê tengbûna aborî taloqî piştî hilbijartinên herêmî bike û alavên muxalekirina windakirina TL wê bikar neyne.   ‘Wê fature li gel bê birîn’   Guneşê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP heta pêvajoya hilbijartinên herêmî wê bernameyek aboriyê ya ku gel jê nerazî pêk neyne û got: “AKP ji bo di hilbijartinan de encamê bigire wê ji patronan re derê turik vebike û bi vî awayî wê aboriyê wek bi rêve diçe nîşan bide. Bernameya 100 rojî ya Tayyîp Erdogan aşkera kiriye butçeya wê 46 mîlyar TL ye. Lê piştî hilbijartinan wê bi IMF’ê re lihevkirinê bike û fatureya krîzê ligel bibire.”   ‘Mezinbûnek xwe dispêre deyn hat jiyîn’   Guneşê her wiha ev tişt anî ziman: “AKP di 16 sal desthilatdariya xwe de bi piştgiriya konjoktora aboriya navneteweyî, mezinbûnek ku spart deyng jiya. Şîrketên taybet di cureyê dovî de deyndarin. Ji bo deyn bê dayîn jî hewcedarî bi pereyê germ yê ji derveyê welat tê heye. Her wiha Tirkiye bi awayekî cidî di alî hilberînê de girêdayê îthalatê ye. Ji ber têkiliyên bi DYA’yê re bihabûna dolar û windakirina TL pirsgirêkên mezin dertîne holê. Dolar di sînorê 7 TL de ye. Aborî di gelek aliyan de tengezar bûye.”   ‘Divê têkoşîn bê bilindkirin’   Guneşê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku heta hilbijartinên herêmî ji bilî lêgerîna deyn a AKP’ê wekê din tiştek nikare bê kirin û got: “AKP wek ji serî de çi kiriye wê dîsa hemû bar bide ser milê xizanin. Ji ber vê jî ji bo bedela vê krîzê bi gelê kedkar neyê dayîn divê têkoşîn bê bilindkirin.”