Arzu Çerkezoglu: Me ev krîz neafirand û em bedelê jî nedin 2018-08-16 09:10:37   STENBOL- Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu da zanîn ku bedela polîtîkayên neolîberal karker didin û got: “Enflasyona herî bilind a 10 salên dawî tê jiyîn. Me krîz ne afirand. Ev ne deynê karkeran e, berovajî vê çîna karkeran a Tirkiyeyê divê mafê xwe bigire.”   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu krîza aborî nirxand û diyar kir ku Tirkiye bi xetereya krîzek aborî ya mezin re rû bi rû ye û got tiştên îro tên jiyîn ji ber polîtîkayên kesên bi salane Tirkiyeyê bi rêve dibin pêk tên.   ‘Berpirsên krîzê yên Tirkiyeyê bi rêve dibin e’   Arzuyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di encama polîtîkayên aboriyê de Tirkiye ketiye nav deyn û got: “Tirkiye, di serî de ya DYA’yê bûye qada talankrinê ya kapîtala fînansî ya navneteweyî. Di encama polîtîkaya talankirina hemû çavkaniyên Tirkiyeyê de îro ev krîz tê jiyîn. Berpirsên vê krîzê yên ku bi salane vî welatî bi rêve dibine. Dem bi dem polîtîkayên ÎMF û bernameyên hikûmetê derketin pêş me û bedelav ê jî karker û kedkar bi awayekî giran bi salane didin.”   ‘Der barê krîzê de pêşniyara çareseriyê tune’   Arzuyê daxuyakirin ku yên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin jin û kedkarin û wiha pê de çû: “Bi salane karker encamên giran yên modela neolîberal dijîn. Di 3’ê Tebaxê de serokomar plana çalakiya 100 rojî aşkera kir. Di vê planê de der barê pirsgirêkên kedkar û karkeran de tu tiştek tune. Di pêşniyara wezareta aboriyê de jî tiştek tune. Yanî pêşniyarên ku krîzê ji holê rabikin tune.”   ‘Me krîz neafirand’   Arzuyê destnîşan kir ku ev krîz di heman demê de di rakirina hiqûq, demokrasî û aştiyê de jî bi bandore û bi lêv kir ku karker, kedekar û wek DÎSK’ê wê bedela vê krîzê ew nedin û got: “Ji niha de kes ji kar tên derxistin. Ev pêvajo her diçe giran dibe. Mînak li Dîlokê bi awayekî cidî kes ji kar tên derxistn. Em vê dibêjin ‘Me krîz neafirandiye.’. Ev krîza deyne. Tirkiye bûye welatekî deyndar. Lê ev ne deynê karkerane.Ji ber vê emê bedela vê krîzê nedin.”