‘Lêçûna rejîma nû, wê gel heta hestiyan hîs bike’ 2018-08-13 09:53:15   Habîbe Eren   ENQERE- Nesrîn Nas a îktîsad xwendiye, diyar kir ku rayedar bi pêşîgirtinên fînansî dikare piyasayê bide sekinandin lê ev jî demek kurt pêkan e û wiha got: “Sedema krîzê ne tenê fînans e. Encama şikestina salan a aboriya reel e. Sala pêş divê em nêzî 250 mîlyar dola pere bibîn. Lêçûna rejîma nû wê civak heta hestiyên xwe hîs bike.”   Aborînas Nesrîn Nas geşedanên dawî yên di aboriyê de nirxand. Nesrînê da zanîn ku krîza Tirkiye tê de ye ne karaseteke ku ne li bendê bûn û wiha got: “Yên 17 sal in vî welatî bi rêve dibin ji bo mezinbûna modelan her tişt kirin û di encama vê de ev pêk hat.  Miro tunebûnê dijîn û ev jî nîşan dide ku krîzek mezin tê jiyîn. Lîrayê turk li hember pereyê cîhanê nirx winda dike. Her çiqas desthilatdarî bêje ev şer e li dijî Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, jî her kes vê dibîne.”    ‘Wê gel heta hestiyên xwe hîs bike’   Nesrînê bi lêv kir ku esnaf şûna malê ku difroşe nikare tije bike, welatî ji sifreya xwe kêm dikin û wiha got: “Wê mirov ji karê xwe bibin û heta hinek wê perwerda xwe nîvco bihêlin.  Lêçûna  rejîma nû gelek giran e û wisa xuya deike ku wê civak vê krîzê heta hestiyên xwe hîs bike.  Buhayê Dolar  û Euro roj bi roj zêde dibe.  Hemû kesî ev rewş bihistiye. Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan dibêje ‘ yê wan dolarê wan hebe yê me jî xwedayê me heye’. Bi van gotinan krîzê sivik dibîne lê krîz wisa jî ne sivike.”   ‘Tedbîrên fînansî ji bo demekê ne’   Nesrînê  destnîşan kir ku Wezîrê Xezîne û Aboriyê Berat Albayrak  der barê bingeha aboriya nû de tu tedbîr pêşniyar nekiriye û wiha pê de çû: “Ev helwesta wî jî ji me re dibêje ew nizanin wê çawa bikin û beyî bedela siyasî bidin. Ger hun bêjin ev mumkun e? Dikarin demek din jî krîzê veşêrin. Lê ji bo vê divê ewil tedbîrên ku krîza fînansî neguhere krîza borî bigirin. Ji ber vê ez wisa difikirim ku wê demek kurt de bi DYA’yê rew wê bikeivn riya lihevkirinê. Wezîrê Xezîne û Aboriyê got wê demek ku li hember enflasyonê têbikoşin û aboriyê meizn bikin. Lê ev di demek kurt de ne pêkane. Her du bi hev re nabin.”   ‘Beyî demokrasî mirov nikarin pêngavê bavêjin’   Nesrînê daxuyakirin ku têkiliyên bi welatên Rojava re sererastkirin pêngava yekem be jî, heta dewleta hiqûq û demokrasiyê bi hemû sazî û rêbazan nekeve jiyanê, ne pêkan e der barê pêşerojê de pêngava rast bê avêtinê.  Nesrînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku beyî demokrasiyê nikare pêngav bê avêtin.