Krîza aborî çav berda keda jinan 2018-08-11 10:01:17   RIHA-Jinên li bazara Şîre ya Bîrecîkê dixebitin, ji ber kriza aborî ya tê jiyîn berhemên wan nayên firotin. Zelîha Încedag diyar kir ku ew pereyê heq dikin bi dest naxin.    Li navçeya Bîrecîk a Rihayê li bazara Şîre ya ku 18 kargeh bi giştî ji jinan re hatine tahsîskirin, ji ber krîza aborî hejmara kargehan daket 6’an. Bazara Şîre ya ku tê wateya berhemên ji tirî û ava fêkiyên din,  cureyên sebze û pastirmayan jî lê tên firotin. Ji nebatan bigirin heta sebzeyên hişk û xwarinên din yên herêmî li bazarê cihê xwe digirin.   Zelîha Încedag ya ku bacan, îsot, firingî û kundiran hundirê wan vedike û li ber tavê hişk dike, piştre tîne bazarê, diyar kir ku îsal ji ber krîza aborî kes tiştekî nastîne.   ‘Em nikarin heqê keda xwe bigirin’   Zelîhayê bi lêv kir ku berhemên wan bi giştî organîk in û wiha got: “Ev du sale kes nikare tiştekî bistîne. Berê xwe didin berhemên erzan. Ji ber krîzê kes nayê dukanê. Em jî nikarin mûçeyên karkeran bidin. Sibehê saet 06.00’an de dest bi kar dikim û heta 21.00’ê dixebitim. Em ewqas ked didin lê em heqê keda xwe nagirin.”   ‘Ez ji xwe re nikarim demê veqetînim’   Zelîhayê balkişand ser zor û zehmetiya kar û got ew nikarin ji xwe re demê veqetînin û  got ji bo ku şîreya hinarê bigihînin ber destê gel 4-5 rojan kedê didin. Zelîhayê ev tişt anî ziman: “Herî zêde turîst dan û standinê dikin. Em berheman nikarin bifroşin gelê herêmê. Ji ber ku her kes li malên xwe çêdikin.  Em sê mehan dixebitin û hemû kara xwe wisa bidest dixin. Ez bi 5 jin û hevjînê xwe re niha vê kargehê dixebitînim.  Pirsgirêka min a tenduristiyê heye. betlana me tune. Sîgorteya me tune ye.  Ez bang li jinên Rihayê dikim û dibêjim ked girîng e. Tevî hemû  zehmetiyan ez bang li jinan dikim ku tevlî jiyana kar bibin.”   https://www.youtube.com/watch?v=RsOJjFAtoGA