Rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê: Wê betalî zêde bibe, enflasyon bilind bibe 2018-08-03 09:12:16   Evrîm Kepenek   STENBOL - Dr. Gaye Yilmaz piştî ku dolar derket 4.99 TL’yî daneyên aborî nirxand û got bi ketina nota krediyê ya Tirkiyeyê re wê betalî zêde bibe û enflasyon jî bilind bibe.   Aloziya di navbera  Amerîka û Tirkiyeyê de, bandorek mezin li ser aboriya Tirkiyeyê kir. TL li dijî dolar her diçe nirxa xwe winda dike û windahiya TL ya îsal jî nêzî ji sedî 30 yî ye. Dolar jî derket 4.99 TL yî.  Dr. Gaye Yilmaz pêşketina aboriyê nirxand û diyar kir ku wê krîza aborî kûrtir bibe û ji bo çareseriyê jî bal dikşîne ser demokratîkbûnê.   Gayeyê diyar kir ku ev geşedan li aliyekî wê di alî dîtina deyn de wê destê Tirkiyeyê qels bike û ya girîng jî  wê bi faîzên bilindtir deyn bigire. Gayeyê daxuyakirin ku Tirkiye wê ji meha Tebaxê şûnde bikeve nav ‘tengezariya deyn-dovîzê’ û got wê ev pêvajo li gorî welatên wek Tirkiyeyê, wê zêdetir bandorê li Tirkiyeyê bike.    ‘Tirkiye wê bikeve krîza kûr a aborî’   Gayeyê ev tişt anî ziman: “Welatên wek Tirkiyeyê yên kapaxa xwe diavêjin welatên din wê bikevin nava krîzek kûr. Ev nêrîn ne tenê aydê min e. Di gelek analîzên navneteweyî de binê van rîskan tê xêzkirin.”   Gayeyê balkişand ser nirxandinên rayedarên aboriyê yên weke ‘Tirkiye welatê ku bi tiliyan tê nîşandanê’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin ez dikarim bêjim ku tu daneyên ku piştgiriyê didin vê tespîtê nehatiye pêşkêşkirin. Yanî wezîrê aboriyê daneyên ku piştgiriyê dide tespîta xwe pêşkêş nekiriye.”   ‘Wê betalî zêde bibe’   Gayeyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “ Lijneya derecekirina krediyê Fîtch Ratîngs, nîşeya krediya Tirkiyeyê ji ‘BB+’ daxist asta ‘BB’. Xistina nîşeya krediyê hem rê li ber bihabûna çavkaniyên derkeve û hem jî rê li ber xerabûna hevsengiya faîza dovîzê ji bo welat dike. Her wiha ketina razemenkarên biyanî jî wê kêm bibe. Her wiha ji ber razemenî nayê kirin û fîrmayên îflas dikin wê betalî jî zêde bibe.”   Çareserî: demokrasî   Gayeyê anî ziman ku rêbaza herî bi bandor a çarseriya pirsgirêkên aborî demokrasî ye û  li Tirkiyeya ku bi şertên OHAL’ê tê bi rêvebirin, rakirina OHAL’ê jî piştgiriyek erênî nade aboriyê.   Gaye Yilmaz kî ye?   Li Stenbolê hatiye dinê, hemû perwerdeya xwe li Stenbolê temam kir û ji Fakulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Marmarayê mezun bû. Di qada piyasayên fînansê de xebitî û piştî teqawît bû di navbera 1996-2008’an de di DÎSK û sendîkaya Meltal Îş a Yekbûyî de wek pispor xebitî. Lîsansa xwe ya bilind li Berlîn û Kasserê li zanîngeha Global Labour temam kir. Li ser Teoriya Deger Marxîst û keda xizmetê teza lîsansa bilind nivîsî. Doktoraya xwe di navbera 2006-2009’an de li Fakulteya Îktîsadî ya Zanîngeha Marmarayê kir. Her wiha di mijara aboriyê de gelek xebatên wê hene.