Leyla ya ji karê xwe hat îxrackirin, dikana kulîlkan vekir 2018-08-03 09:10:22   RIHA - Jinên ku bi KHK’yan hewl tê dayin ku hepsê malê bê kirin, alternatîfên xwe diafirînin û di jiyana xebatê de têkoşîna hebûnê didin. Leyla Sezer jî bi komek hevalê xwe re li dijî zîhniyeta ‘hûn ji kar hatin avêtin li mala xwe rûnin’ bêdeng neman û niha yekane dikana kulîlkan a jinan a Rihayê didin xebitandin.   Berdevka Platforma Şaxan a Rihayê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Leyla Sezer yek ji jinên ku bi KHK’ê hat îxrackirine û hewl da ji derveyê qada kar bê hiştin. Leyla her wiha bi têkoşîna li dijî zextên civakî daye jî, tê zanîn.   ‘Di carekê de min nedizanî ez çi bikim’   Leylayê pêvajoya îxrackirinê wek ‘travma’ bi nav kir û  got piştî betal maye ketiye fikara wê di alî aborî de çi bike û ev tişt daxuyand: “Ji ber malbata min, zarokên min hebûn. Ez betal mabûm. Piştî betaliyê min nizanibû ku ez ê çi bikim. Min got ez çawa li ser piyan bisekinim.”   Me karekî serkeftî derxist holê   Leylayê destnîşan kir ku bi hevalên xwe yên hatine îxrackirin re hatine cem hev û bi hev re dikana kulîlkan vekirine. Leylayê wiha berdewam kir: “Bi salan min li taxan xebat meşand. Tiştê min ferq kir ev bû piraniya bazirganan mêr bûn. Min got ez bi tena serê xwe tiştekî bikim. Li dijî vê em û hevalên xwe yên jin hatin cem hev û me dikana kulîlkan vekir. Me xwest em nîşan bidin ku jin di alî aborî de dikarin li ser piyan bisekinin.”   ‘Me zîhniyeta ‘ li malê rûnin’ qebûl nekir’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zîhniyeta ‘hûn ji xwe ji kar hatine avêtin li mala xwe rûnin’ û destnîşan kir ku ew rastî zextên wisa hatine û got wan ev zîhniyet qebûl nekiriye, ev du sal in dukana wan vekiriye û di heman demê de jî xebatên sendîkal dimeşînin.