Li Akyakayê tehdîda beton û krîza aborî 2018-08-02 09:06:06   MUGLA - Jinên li perava Akyaka di standên vekirine de hilberînên destan difroşin ji ber zema ji standan re hatine kirin û krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Bajarokê bi xweşikahiya xwe ya xwezayê balê dikşîne, bi mirovan re jî tirsa betonê diafirîne.   Piştî bajarokê Akyaka a Muglayê  ji qada rantê re vebû şûnde rastî îstîla mirovan tê û tê kirêkirin. Di 10 salên dawî de  taybetiya xwe ya berê winda kiriye. Tezgahên li peravê hatine avakirin û tê de hilberînên destan tên firotin her diçin ji armanca xwe dûr dikevin.   ‘Ji bo standan zem’   Qada li peravê û gelek cihên din ên berê aydê şaredariyê bûn niha ji aliyê Weqfa Xizmetên Muglayê ya di bin kontrola Walîtiyê de ye tê bikaranîn. Savtap Belgîn a 8 sal e xişirên bi destên xwe çê dike difroşe diyar kir ku ji xwe krîza aborî dijîn û ev jî têr nake li standan jî zem kirine. Sevtabê daxuyakirin ku piştî MUÇEV’ê stand dewr girtine sezona wê bûye hezar û 750 lîra û got hemû keda wan vala diçe.   Sevtabê wiha berdewam kir: “Ez du rojên xwe didim nexşên bi derziyê. Li şûna bi 70-80 lîrayî bidim, bi 20 lîrayî didim. Lê hewcedariya min heye. Kirê zêde bûne. Gel êdî nikare tiştekî bikire. Ji ber vê buha sê sal in me neguhertiye. Sala borî rewşa me ne baş bû. Li gorî rojevê karê me diguhere.”   Feryal Peker jî  diyar kir ku ew ji Enqereyê hatiye Akyakayê û got berê Akyaka cihekî bêdeng bûye û niha gelek qerebalix bûye û got zêdetir Turîstên Ereb eleqeyê nîşan didin. Feryalê wiha got: “Zêdebûna turîstan bandorek neyînî nekir. Heta êdî em zivistanê jî tenê namînin. Lê li vir sektora înşatê zêde dibe. Daristan ji îmarê re tên vekirin.”